Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan ya 8ê Adarê li ser Roja Jinan ya Navneteweyî li Berpirsiyarîya Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan daxuyaniyek xwend.
Sevgi Ozturkê li ser navê platformê got:
"Em ji bo Şule Çetê em edaletê dixwazin ku serkarê wê ew ji pencereyê avêtiye hewil daye nîşan bide ku wê xwe kuştiye. Bekaret û şeklê jiyana wê kiriye hêceta kuştina wê û hewil daye kuştina wê meşrû bike. Em ji bo hemî jinên ku hatine qetilkirin edaletê dixwazin.
'Em silavekê li Leyla Guvenê dikin'
Leyla Güven; 112 rojan in ku di greva birçîbûnê de ye.
"Digel Leyla Guvenê bi hezaran jinan jî dest bi greva birçîbûnê kiriye û bi vê yekê dengê xwe bilind kiriye. Em silavan li vê berxwedana birûmet dikin.
"Mafê Buseyê ye ku dîtina xwe ya fizîkî li gor nasnameya xwe ya zayendî biguhere. Di gel ku emeliyat mafê wê ye jî, ew ji bo bigihe wî mafî 31ê Kanûna Paşiyê ve di greva birçîbûnê de ye.
'Bila 8 Adarê betlaneya fermî be'
"8ê Adarê hemî jinên cîhanê ji bo berxwedana xwe ya hevpar li meydanan in. Bila 8ê Adarê roja betlaneyê ya be û bila heqê karkirinê wê rojê jî bê dayin.
Sevgiyê her kes vexwend ku ew 3yê Adarê biçin mîtînga li "Bakırköy Halk Pazarı"yê. (EMK/MB)
* Wêne: JinNews