Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan nûçegihana Arti Gerçekê vê sibeyê desteser kiriye û ji bo Midûriya Emniyetê ya Enqereyê hatiye birin.
Okatanê bi jineka bi navê Merve Demirel re hevpeyvîn kiribû ku wê diyar kiribi ku polîsan ew taciz kiriye.
Bixwîne: 5 Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê 30 meh cezayê girtinê û 20 hezar cezayê pereyî standin
Okatan: Eyb û şerm ya wan e
Herweha Okatanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîbû:
“Merve hêj ciwan e û bihêz e. Li hemberî taciza polîsan xwe netewandiye. EW hewil didin şermê li jinan bar bikin. Eyb û şerm ya wan e.”
“Heke hûn bikin”
Wezîrê karên navxweyî: Suleyman Soylûyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye:
“Heke hûn li xwenîşandanên neqanûnî bin, li ber xwe bidin û guh nedin hişyariyan hûn ê bêne rapêçandin û desteserkirin.”
Tê dadkirin
Derya Okatanê nûçeyek li ser tîma hacker ya bi navê Redhack çêkiribû. Wê tîmê hin e-mailên tê îdiakirin yên Berat Albayrakî(wezîrê enerjî û berhemên xwezayî yê wê demê). Ji ber wê nûçeya wê bi sûcên: “Propagandaya ji bo rêxistinê” û “endametiya rêxistinê” tê dadkirin.
(AS/MB)