Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 23yê Çiriya Paşiyê ya 2018ê de mêran di nava 327 rojan de herî kêm 218 jin kuştine.
Jinan duh bi mebesta ji tûndkariya mêran re bibêjin na, xwestin li Taksîma Stenbolê xwepêşandanekê çêbikin.
Neteweyên Yekgirtî (NY) sala di 1999ê de 25ê Çiriya Paşiyê (mijdar) wek Roja Tekoşîna Navnetewî ya Tûndkariya Li Dijî Jinan qebûl kiriye. Jin di vê rojê de rastî tûndkariya polêsan hatin. Polêsan gaz berda û bi mertalan pêşiya wan girtin û xwestin wan ji qada Tunêlê dûrbixin.
Lê jinan paş ve gav neavêtin û berxwedana xwe berdewam kirin.
Dîlara Şenkayayê wêneyên xwepêşandana roja 25ê Çiriya Paşiyê (Mijdar-Sermawez) û berxwedana jinan ji bo bianetê girtiye.
Bixwîne Polîsan nehişt ku jin li Taksîmê ji bo 25ê Çiriya Paşiyê bimeşin
Bixwîne - Polîsan destûr nedaye Meşa 25ê Çiriya Paşiyê ya li Kadikoyê
(DŞ/HK/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.