Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind diyar kir ku “mafê jina ji mêrê xwe cida bûyî û welayeta zarokên xwe standî heye ku paşnavê xwe li zarokên xwe bike, ew dikare vî mafî ji Dadgeha Malbatê bixwaze.”
Jineka ji mêrê xwe cidabûyî xwestiye paşnavê xwe li zarokên xwe bike. Wê jinê ji bo vê yekê doz vekiriye.
Serokê Daîreya Hiqûqê ya 2. a Dadgeha Bilind, Ugur Gençcanî li ser hesabê xwe yê Facebookê bi sernivîsa “biryara dîrakî” diyar kir ku biryara dadgeha herêmî hatiye betalkirin û mafê wê jina doz vekirî heya paşnavê xwe li zarokên xwe bike.
Dadgeha Bilind biryar betal kir
Dadgeha Amedê biryar dabû ku mafê wê jinê heye paşnavê xwe bide zarokên xwe. Dadgeha Bilind ew biryar betal kiribû. Dadgeha Amedê li gor biryara Dadgeha Bilind biryara xwe guhertibû. Dayikê vê carê rasterast serî li Dadgeha Bilid daye. Dadgeha Bilid vê darê dîsa biryara Dadgeha Amedê betal kiriye û iryar daye mafê wê jinê heye ku paşnavê xwe li zarokên xwe bike.
(ÇT/MB)