Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Zubeyde Ronahiya di filmê bi navê “Klama Dayika min” di dilîst çû ser dilovaniya xwe ku Erol Mîntaş derhênerê filmî bû.
Ronahî duh (19ê Adarê) li Stenbolê çû ser dilovaniya xwe û wê îro (20ê Adarê) li Gundê Axtepe yê navçeya Çinarê ya Amedê bê binaxkirin.
Şimdi haberini aldım...
— Fehim Işık (@Fehim_Isik) 19 Mart 2018
Kaç gündür hastanede yoğun bakımdaydı. Ne yazık ki bu sabah erken saatlerde kaybetmişiz...
Hepimiz sabır isteyen günlerden geçiyoruz...
Sabredeceğiz...
Başka şansımız yok. pic.twitter.com/PONsDAI7xF
Rojnameger û nivîskar Fehîm Işik kurê Zubeyde Ronahiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: “Min niha xebera wê stand. Çend roj in ku li nexweşxaneyê li beşa nexweşiyên giran bû. Mixabin di saetên vê sibehê de me ew winda kiriye…Em hemû di rojên wiha de derbas dibin ku me sebir divê…em ê sebrê bikin…Ti şensekî me yê din nîne”.
Klama Dayika Min / Annemin Şarkısı’ndaki Nigar Ana rolüyle birçok insanın tanıdığı Zübeyde Ronahi Hanım’ı bu sabah kaybettik.
— Annemin Şarkısı Film (@AnneminSarkisi) 19 Mart 2018
Hepimizin başı sağ olsun. Onu hep o güzel gülüşü ile hatırlayacağız.
..
Mintaş Film pic.twitter.com/OCQCJALLxn
Li ser hesabê Twitterê yê filmê Klama Dayika min jî ev mesaj hatiye dayin: “Em ê wê her bi wî kenê wê yê xweş bibîr bînin”.
“Ez bi leçeka xwe ya spî çûm festîvalê”
Zubeyde Ronahiyê di filmê bi navê “Klama Dayika min” de di rolê Nîgarê de lîstibû. Ronahî ji Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) bi Zehra Doganê re axivî bû ku ajans bi ragihandina KHKyê hatibû girtin. Ronahiyê di hevpeyvînê de ji bo filmê ku di Festîvala Filman a Saraybosnayê de wiha gotibû:
“Di festîvalê de min xwe her weke Kurdekî dabû nasandin. Di festîvalê de ji min re her digotin Tirk, ez bi Ingilîzî nizanim lê her hevoka ku Tirk tê de derbas dibû min qut dikir û min digot ez Kurd im. Tenê ji bo film û ji bo ku navê Kurdan bê bihîstin ez çûm noterê min paşnavê xwe yê Işik kir Ronahî. Ez bi leçeka xwe ya spî çûm festîvalê”.
Filmê di sala 2014yê de hatiye kişandin yekem û tekane filmê Ronahiyê bû ku tê de lîstiye.
Filmî di 20emîn Festîvala Filman a Saraybosnayê de Xelata Filmê Herî Baş û Xelata Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş, li Festîvala Filman a Altin Portakal a Antalyayê Xelata Filmê Herî baş jî tê de çar xelat, li Festîvala Filman a Meletiyê jî 3 xelat wergirtibûn.
Li 35emîn Festîvala Filman a 3 Continents a Nantesê Xelata Temaşevanan jî tê de du xelat standibû. (BK/FD)