Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Welatiya Brîtanyayê, Anna Campbell ji bo şerê li dijî DAIŞê çûbû Efrînê û beşdarî YPGyê(Yekîneyên Parastina Gelî) bûbû. Hat eşkerekirin ku Campbell li Efrînê miriye.
Li gor nûçeya Guardian û Independentê, dema operasyona li ser Efrînê dest pê kirî Anna Campbella 26 salî li Dêrezorê bûye. Campbell ji Dêrezorê hatiye Efrînê û li wê derê bi bombebarana Tirkiyeyê miriye.
Li gor nûçeya rojnameya Guardianê “nehatiye xwestin ku Anna li çeperê şerî bike lê wê ev yek ji destpêkê ve red kiriye û pora xwe reş kiriye da di çeperê de balê nekêşe.”
Anna Campbella 26 salî yekem welatiya Brîtanyayê ya di nav YPG û YPJ(Yekîneyên Parastinê yên Jinan) de ye ku di şerî de miriye.(PT/MB)