Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Jinên ji Urdin, Tûnis û Tirkiyeyê wê di civîna “Di Peywenda Civaka Sivîl, Mafan û Medyayê de Famkirina Nifşê Nû” de li Enqereyê bicivin.
Civîn wê 15yê Sibatê saet di navbera 10.00 û 17.00ê li Hotela Holiday Inn Kavaklidereyê bi rê ve biçe. Civîn bi hevkariya Komeleya Jinan a li dijî Tundkariyê ya Urdinê û Komeleya Lêkolîn û Ragihandinê ya Jinan Uçan Supurge ya li Enqereyê tê birêxistinkirin.
Ji Urdin, Tûnis û Tirkiyeyê wê 8 axavtvan beşdar bibin û li ser ewlehiya dijîtal, xwendewariya teknolojiyê, înternet di têkoşîna li hemberî tundkariyê de, ragihandina maf û hiqûqê û azadiya medyayê ya ji bo jin û zarokên keçan guftûgo bikin.
Ji bo hemû axavtinan wê wergera sîmultane di navbera zimanê Erebî, Tirkî û Ingilîzî de bê kirin.
Axavtvanên ku wê beşdarî civînê bibin ev in:
Ji Urdinê Kholoud Khrais Seroka Komeleya Jinan a li dijî Tundkariyê û şêwirmenda wê Suhair Amareen, ji Buroya Hiqûqê ya Mafên Mirovan Mizanê parêzer Eva Abu Hallaweh, ji Navenda Xebatên Jinan a Zanîngeha Urdinê Dr. Amal Awawdeh.
Ji Tûnisê Seroka Beşa Ragihandin û Perwerdeyê ya Wezareta Jinan û Malbatê Najet Hmaidi.
Ji Tirkiyeyê rojnameger Selen Dogan, parêzera mafên mirovan Sînem Hûn û lêkolîner Bîlge Taş. (ÇT/FD)