Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Jin 14yê Sibatê Roja Evîndaran wê bi slogana “Evîna wekhevî tê de nebe bila tune be, em jiyanê dixwazin!” dakevin kolanê.
Jin ji bo vê bernameyê wê saet 19.30ê li Beşîktaşê li ber Pastaxaneya Hakanê werin ba hev.
Jinan bi van gotinan bangewaziya çalakiyê kirin:
“Di wê dema ku hezkirin di wateya paşguhkirinê tê bi kar anîn de dîsa ‘14yê Sibatê Roja Evîndaran’ nêzîk dibe. Digel hemû tiştan çawa ku em dest ji xeyalên xwe yên bextewariyê, dahatuyên xwe yên ne di bin siya mirinê de bin, ji jiyaneke azad, aram û biewle bernadin, em dest ji wekheviyê jî bernadin!
“Vê 14yê Sibatê em bi piştevaniya jinan dîsa li kolanan in ku ev piştevanî dewlemendiya me ya herî mezin e. Serhildana me li hemberî wî tiştî ye ku jiyana me ya dubarekirina wê nîne bi tundkariyê, zordariyê, fişarê û sepandinê bê dorpêçkirin. Ne bi diyariyan, sondên tên dayin, pîrozbahiyên bihişmet, lê bi piştevaniyê, bi azadiyê û bi wekheviyê em zêde dibin.” (ÇT/FD)