* Fotoğraf: Francesca Woodman
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Fotografxaneya Galatayê wê di 20ê Sibatê de dest bi atolyeya “Zayendiya Civakî û Fotografan” bike.
Di atolyeyê de wê Şehlem Kaçar dersan bide û têkiliya di navbera rolên zayendiya civakî û hunerê de, formên dîtinê, feraseta hunera feminîst bê nîqaşkirin.
Naveroka atolyeyê wiha ye:
Hefteya yekem:
Zanyariyên derbarê naveroka atolyeyê de
Destpêka Zayendiya Civakî; Zayendiya Civakî çiye? Parvekirina têgehên bingehîn û nîqaşa li ser îmgeya jinê ya di dîroka hunerê de.
Tekîliya di navbera huner û zayendiya civakî de
Nimûneyên jinan di dîroka hunerê de, mînak û pêşmînak
Hefteya duyem:
Destpêka Hunera Feminîst
Di çarçoveya nêrîna feminist de rexneya dîroka hunerê
Hannah Wilke, Vivian Maier û yên din
Hefteya sêyem:
Nimûneyên jinan di medyayê de
Tundkarî çawa tê nîşandan, di nûçeyên tundkariyê de zimanê medyayê û bikaranîna fotografan
Xebatên mînak ên di têkoşîna li hemberî tundkariyê de
Hefteya çarem:
Nêzîkatiyên cuda di hunera Feminîst de: otoportre
Destpêka Avangard a Feminîst û lêkolînên li ser mînakan; Francesca Woodman û Cindy Sherman
Hefteya pêncem:
Kolektîfên Hunerê yên jinan, protestoyên Feminîst û Aktivîzm
Jinen Gerîla, Tevgerên Feminîst di Hunerê de, mînakên ji 1960î û 1970ê yî.
Hunermendên ji Tirkiyeyê û mînakên wan: Nîl Yalter, Nîlbar Gureş û CANAN
Hefteya şeşem:
Pêşkêşiya fotografan ên Self Portreyê. (ÇT/FD)