Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Jinan bûyerên destdirêjiyê yên hatîn serê wan, li medyaya civakî bi etîketa #MeToo(#EzJî) parve kirin. Mêran bi etîketa #HowIWillChange (#EzêÇawaBiguherim) dest bi parvekirinan kirin.
Eşkere bû ku derhênerê navdar ê Hollywoodê, Harvey Weinsteinî bi salan destdirêjî li jinan kiriye.
Ji bo rûreşkirina vê kiriyarê û ji bo jin serhatiyên xwe bibêjin lîstikvana navdar a Amerîkayî, Alyssa Milanoyê dest bi kampanyayekê kir. Wê li medyaya civakî bi etîketa #MeToo(#EzJî) serhatîyên xwe parve kir. Bi hezaran kesan piştgirî dan wê kampanyayê.
Senaryonivîsê navdar ê Amerîkayî Benjamin Lawî ji bo piştgiriya vê kampanyayê kampanyaya #HowIWillChange (#EzêÇawaBiguherim) da dest pê kirin. Lê hê jî li Tirkiyeyê piştgiiyeka berbiçav çênebûye.(ÇT/MB)