Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
69em Xelatên Emmyyê duh bi şev li Los Angelesê li Microsof Theaterê bi rêûresmekê hatin dayin.
Rêzefilmên jinan mohra xwe li şevê xist. Di çar kategoriyên herî girîng de (Drama, Komedî, Filmên TVyê û Rêzefilmên bisînor) xelat dan wan prodiksiyonê ku behsa çîrokên jinan dikirin.
Temenê 4 jinên di kategoriyên lîstikvanên jinan de xelat wergitin ji 50yî zêdetir bûn ku bi giştî 6 jinan xelat wergirtibûn.
Reed Morano derhênera rêzefilmê bi navê The Handmaid’s Tale
di Kategoriya Dramayê de Xelata Derhênerê Herî Baş wergirt ku heta niha mêran ev xelat distand.
Lîstikvana bi navê Reese Witherspoonê di rêûresmê de axivî û wiha got: “Di televizyonê de ji bo jinan saleke gelekî xweş derbas bû. Tenê ez dixwazim vî tiştî bibêjim; Dema ku hûn çîrokên xwe vedibêjin jinan derxin pêş û wan bikin lehengên çîrokên xwe”.
Nicole Kidmanê jî diyar kir ku bi giştî ji bo jinan pêşniyara rolên baş çênabin û wiha pê de çû: “Ji niha û pê de wê ji bo jinan rolên gelekî baştir derkevin. Spas dikim.”
Kes û prodiksiyonên ku xelat standin ev in
Dramaya herî baş: The Handmaid’s Tale
Komediya herî baş: Veep
Lîstikvanê herî baş, Drama: Sterling K. Brown, “This Is Us”
Lîstikvana herî baş, Drama: Elisabeth Moss, “The Handmaid’s Tale”
Lîstikvanê herî baş, Komedi: Donald Glover, “Atlanta”
Lîstikvana herî baş, Komedi: Julia Louis-Dreyfus, “Veep”
Lîstikvanê alîkar ê herî baş, Drama: John Lithgow, “The Crown”
Lîstikvana alîkar a herî baş, Drama: Ann Dowd, “The Handmaid’s Tale”
Lîstikvanê alîkar ê herî baş, Komedi: Alec Baldwin, “Saturday Night Live”
Lîstikvana alîkar a herî baş, Komedi: Kate McKinnon, “Saturday Night Live”
Derhênera herî baş: Drama: Reed Morano, “The Handmaid’s Tale”
Senaryoya herî baş, Drama: Bruce Miller, “The Handmaid’s Tale”
Derhênerê herî baş, Komedi: Donald Glover, “Atlanta”
Senaryoya herî baş, Komedi: Aziz Ansari & Lena Waithe, “Master of None”
Rêzefilmê bisînor ê herî baş: Big Little Lies
Lîstikvanê herî baş, Rêzefilmê bisînor: Riz Ahmed, “The Night Of”
Lîstikvana herî baş, Rêzefilmê bisînor: Nicole Kidman, “Big Little Lies”
Lîstikvanê herî baş, Rêzefilmê bisînor: Alexander Skarsgard, “Big Little Lies”
Lîstikvana herî baş, Rêzefilmê bisînor: Laura Dern, “Big Little Lies”
Derhênerê herî baş, Rêzefilmê bisînor an jî film: Jean-Marc Vallée, “Big Little Lies”
Senaryoya herî baş, Rêzefilmê bisînor an jî film: Charlie Brooker, “Black Mirror: San Junipero”
Filmê herî baş ê televizyonê: “Black Mirror: San Junipero”
Pêşkêşvanê herî baş ê rêza Realityyê: RuPaul Charles, “RuPaul’s Drag Race”
Lîstikvanê herî baş ê mêvan, Drama: Alexis Bledel, “The Handmaid’s Tale”