Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Jinên ku bi slogana Têkilî Cilûbergên Min Neke hatin ba hev aşkere kirin ku wan li Stenbolê Meclîsa Jinan ava kir.
Di 6ê Tebaxê de jinan li Parka Demokrasiyê ya Maçkayê bi slogana “Xwe Têkilî Cilûbergên Min Neke” civîna jinan û seyran lidar xistibûn.
Di vê civînê de hatibû pêşniyarkirin ku Meclîsa Jinan a Stenbolê bê avakirin û di encama dengdayinê de ev pêşniyar hatibû qebûlkirin.
Meclîsê îro bi belavokekê avakirina xwe ragihandibû:
“Pêwistiya jinan bi navnîşaneke têkoşînê heye. Îro bi gefa miftîtî û cilûbergan, sibê kî dizane wê bi çi gefê derkevin pêşmerî me. Heke ku weke jinan em biryarên derbarê jiyana xwe de bi xwe nestînin, her carê ew ê xwe xwedî wî mafî bibînin ku li şûna me biaxivin.
“Ji ber vê me biryara avakirina Meclîsa Jinan a Stenbolê stand ku em karibin werin ba hev, bihev re biaxivin û bihev re biryaran bistînin.” (ÇT/FD)