Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Urdunê di kuştina jinan de kêmkirina cezayan ji holê radibe.
Li gorî daneyên Komeleya Xwişkîtî ya Kurewiyê, li Urdunê di sala 2016yê de kuştinên bi hinceta namûsê sedî 53 zêde bûne û di heman salê de 26 jin hatine kuştin.
Li baskê jêr ê Parlamentoya Urdunê guhertina wê yaseyê qebûl kir ku kêmkirina cezayên kujerên jinan ên bi hinceta “namûsê” dihatin kirin ji yaseyê derdixe.
Li gorî yaseya cezayan a Urdunê heke ku mêrek jinek ji xizmên xwe bi hinceta ku “zînayê dike” bikuje, ji bo wî ceza tê kêmkirin (Xala 340.). Dema ku kujer “bi hêrs” kuştin pêk anî be jî dîsa ceza dihate kêmkirin (Xala 98).
Mafparêzan digotin ku kujerên jinan piştî cezayê di navbera 3 mehan û herî zêde 2 salan serbest diman û dixwestin ku ev her du xal rabin.
Guhertin li parlamentoyê hat pejirandin lê ji bo ku bê bikaranîn divê baskê jor ê parlamentoyê jî qebûl bike.
Yaseya zewacê ya bi tecawizkaran re jî wê bê rakirin
Lijneya Wezîran li Urdunê ji bo guhertina wê yaseyê jî di meha nîsanê de ketibû nava liv û tevgerê ku li gorî vê yaseyê dema tecawizkarî bi jina ku tecawizî wê kiriye re bicewice cezayê wî kêm dibe.
Çavlirêye ku ji bo vê yaseyê jî hefteya pêşî li parlamentoyê dengdayîn lidar bikeve. (ÇT/FD)