Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Jûlîde Sarieroglûyê erkê wezîrîyê ji Mehmet Mûezzînoglûyî stand.
Jûlîde Sarieroglûyê got:
“Piştî 26 salan dîsa jinek dê bibe wezîra [Wezareta Xebatan.] Ji ber vê yekê mesûliyeta me gelek e.”
Yekem wezîra Wezareta Xebatan Dr. Îmret Aykût bû. Aykût di dema serokwezîrîya Tûrgût Ozalî de bûbû wezîr. Aykûtê ji 21ê Kanûna Pêşiyê ya 1987ê heta 23yê Hezîrana 1991ê karê wezîrîya Wezareta Xebatan kiribû.
Minaqeşeya li ser parvekirina li Twîtterê
Li medyaya civakî hat îdiakirin ku li ser hesabê Jûlîde Eroglûyê yê Twîtterê hin peyam hatibûn belavkirin ku Sarieroglûyê AKP(Partiya Dad û Geşepêdanê) rexne kiriye.
Eroglûyê li ser wê mijarê got:
“Ew Twîtên tê îdiakirin ku min parvekirine bi PhotoShopê hatine amadekirin.”
(NV/MB)