Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Jin dê sibeyê bi cilikên mor/xemrî Şirîn Tekelîya femînîst, nivîskar û wergêr ji Bodrûmê ber bi Stenbolê ve bişînin. Jinên li Stenbolê dê sibeyê siet 19.00ê li ber deriyê Fakûlteya TIBê ya Çapayê ji bo wê kom bibin.
Tekeliyê laşê xwe ji bo bexş kiriye ku ji bo perwerdekirina xwendekarên beşa bijîşkîyê laşê wê dê bê bikaranîn.
Şirîn Tekelî
Di sala 1944ê de li Enqereyê hatiye dinê. Li Fransayê di beşa Fransî de û li Swîsrayê di beşa Siyasetnasiyê de xwend.
Di sala 1989ê de bû yek ji avakerên Weqfa Navenda Agahiyan û Kitêbxaneya Berhemên Jinan.
Di sala 1997ê de bû yek ji avakerên KA-DERê(Komeleya Pişgirîdana Jinên Berbijar).
Ew ji zanîngehê cida bû û dest bi wrgêriyê kir. Wê ji zimanên Fransî û Ingilîzî 25 kitêb wergerandin. Piraniya kitêbên wê wergerandîn li ser jinan û demokrasîyê bûn. Kitêba wê ya paşiyê “Hizra li ser femînîzmê” bû.
Hûn dikarin nivîsên wê yên di bianetê de belav bûyîn ji vê derê bixwînin.(BK/MB)