Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Îsal lîstikvan Perran Kûtman wê Xelata Rûmetê ya Ûçan Supurgeyê û nivîskar Asli Erdogan jî wê Xelata Tema ya Ûçan Supurgeyê bistîne.
Herwiha Xelata Serfirazî ya Bîlge Olgaçê wê bidin Sînemager a dokumanteran Emel Çelebî ye. Çelebî avakar û çêker a Rojên Dokumanter ên Stenbolê ya bi navê Documentarîst û Festîvala Filman a Kîja Mafên Mirovan e.
Bi armanca cesaretdayîna ji bo lîstikvanên jin ên ciwan, bi piştevaniya rêwitiya wan a sînemayê re ji bo balê bikişînin ser berhemên wan ên vê qadê û ji bo teşwîqkirina nivîsandina rolên jinên erênî û yên xwedî hêz yên di sînemaya Tirkiyeyê de Xelata Pîrebok a Ciwan a Ûçan Supurgeyê wê bidin Ecem Ûzûn ê.
Xelat wê di 23ê Gulanê de bi rêûresma ku li Bale û Opera ya Dewletê ya Enqereyê lidar bikeve bên dayin.
Di nava saziyên piştevan ên Festîvala Filman a Navdewletî ya Ûçan Supurgeyê de Wezareta Çand û Tûrîzm ê, Midûriyeta Giştî ya Sînemayê, Fona Nasandinê ya Serokwezîrtiya T.C yê, Şaredariya Çankayayê, Weqfa Civaka Vekirî, Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Ragihêner ên Zanîngeha Enqereyê (İLEV) û Otela Sheratonê heye.
Festîvala Filman a Navdewletî ya Ûçan Supurgeyê îsal wê li 20 bajaran lidar bikeve. (ÇT/FD)