Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Jin di 28ê Çileyê roja şemiyê wê bi rojeva guhertina makeqanûnê û OHALê du civînan lidar dixin.
Jinên Dibêjin Na wê roja şemiyê saet 12:30an de li Taksim Hill Otelê civîna çapemeniyê lidar bixin. Jin wê di civînê de bêjin: “Ji ber binpêkirina jinan û tinekirina wekheviyê em ji rejîma yekmêrî û guhertina makeqanûnê re bi note, firçe, û gotinên xwe ve dibêjin na.”
Di heman rojê saet 15.00an de derbarê OHAL û zextên li ser jinan tên kirin de wê civîn were lidarxistin ku beriya 8ê Adarê de kampanyayeke jinan were rêxistkirin.
Ew civîna duyemîn bi bangewaziya Koma Tedbîrxwazên Li Dijî Kuştina Jinan ve dê li Salona Civînan a Cezayîr Restorantê were lidarxistin.
Di metna bangewaziya civînê de wiha hat gotin:
“Beriya 8ê Adara îsal zêdetir qadên jiyanê li me hatiye tengkirin, kolanên ku em lê dijîn bêewle bûne. Xizanî, qisawet û tirsên me zêdetir bûne. Di vê tevliheviya hanê de tê xwestin ku makeqanûn jî were guhertin û em dibin şahid ku tundiya mêr û erkperestiyê li her derê zêdetir dibe. Kesên xwediyê helwesta erkperest ji serê siyasetê bigire hetanî nava kolanan gefxwarin, destdirêjî, îstîsmar û tecawuzê pêk tînin. Em dibêjin ku li hemberî bêperwarî û kirinên erkperestan em xwe piçûk nekin, bêbextewar nebin, xwe nexin malê, tenê nemînin û tune nebin. Em ji destdanîna ser jiyana me re bibêjin na û dixwazin beriya 8ê Adarê civakê bi hev re rêxistin bikin.
“ Ji bo vê yekê em pêşniyara kampanyayek dikin ku di meha Sibatê de were lidarxisin: Em wekê rêxistinên jin bêne cem hev û naveroka vê kampanyayê bi hev re diyar bikin. Bila bibe kampanyaya me hemûyan.
“Ji bo xwedîderketina jiyana xwe em bangî hemû rêxistinên jin û LGBTIyan dikin ku beşdarê civînê bibin.”
(ÇT/YO)