Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
JINHA ku yekemîn ajansa nûçeyan a jinê ya cîhanê ye bi KHKa (Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê De) dawî ve hate girtin.
Gelek rêxistinên jinan ji bo ku Ajansa Nûçeyan a Jinê xebatên xwe bidomîne û wê biryara girtinê şermezar bikin, dest bi kampanyayek ji bo hevgiriyê dikin.
Rêxistinên jinan bi durişma “JINHA bêdeng namîne” wê deriyên xwe ji nûçegihanên JINHAyê re vebikin. Nûçegihanên JINHAyê dê her roj li saziyeke jinan nûçeyên xwe çêbikin û di medyaya civakî de parve bikin.
Nûçeyên ku dê were çêkirin jî di twitterê de bi ser hesabê @jinhadayanisma, di facebookê de jî li ser hesabê JINHAyê wê were parve kirin.
Ji Filmmorê Melek Ozman derbarê kampanyayê de axivî û wiha got:
“Ti ciheke JINHAyê nîn e. Em ê êdî bi hev re bimeşin. Em her tim di nav hevgiriyê de ne. Wê her roj li ofîseke saziyekê maseya JINHAyê were danîn. Di destpêkê de pilansaziyeke heta 11ê Mijdarê hat çêkirin. Lê ji wir şûnde jî kampanya wê bidome.
“Em weke Filmmorê hemû wênekêş, kamera û hacetên xwe bi JINHAyê re parve bikin.”
Pilansaziya kampanyayê wiha ye:
3ê Mijdarê: Yeryuzu Kafe
4ê Mijdarê: Meclisa Jinên Sosyalîst
5ê Mijdarê: LGBTI Stenbol
6ê Mijdarê: Jinên Devrimci Partiyê
7ê Mijdarê: Filmmor
8ê Mijdarê: Egitim Sen 3 Nolu Şube
9ê Mijdarê: HDP Kadın
10ê Mijdarê: MKM (Navenda Çanda Mezopotamya)
11ê Mijdarê: Komeleya Parêzerên Aştîxwaz
(OU/ÇT/YO)