Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Min hewil dida ku rapora tûndkariyên mêran ên li meha Hezîranê çêbikim, min axiftina ecêb a serokwezîr, Bînalî Yildirimî dît ku zehmet e miroj jê fêm bike.
‘’Ew ên ku ne ji bo bên dermankirin ji bo li keçikan bigerin diçin nexweşxaneyan’’... Ya xerabtir hevalekê wî jê re gotiye... Mirov nikare xwe û difikire ka wî hevalên çawa hene...
Min di vîdeoyê de dît ku wezîrê saxlemiyê serê xwe şor kiriye, vêca em nizanin ka ji ber westiyanê an jî ji ber şermê wî serşorkî kiriye.
‘’Lêgerîna li keçan’’ kiriyara ji aliyekê ve ye. Bi nêrîn û şiyanên ‘’mêran’’ ve girêdayî ye. Berê ‘’dayikên mêran’’ jinbira an jî metên wan li hemaman, li dawetan dema li hev kombûnan li keçan digeriyan.
Lê niho Tirkiye bi pêş ketiye, li hev germbûn û ‘’gerîna li keçikan’’ qey êdî dikare li nexweşxaneyan jî be. Ji xwe jin jî çawa tu dikarî ji bazarê fêkîyan hilbijêrî welê tu dikarî hilbijêrî. Ew li nexweşxaneyan amade ne û mêr jî diçin wan dihilbijêrin...
Min ji xwe re fikirî ka çawa dikare ev tişt çêbibe. Pênc sal in ez her meh raporan çêdikim û tiştên hatin bîra min ev in.
Li gor bûyerên nûçeyên wan hatîn nivîsîn di sala 2016ê de, ‘’yên ku li nexweşxaneyan li keçikan digerin’’...
5ê Hezîranê
*Li Nîgdeyê F.K.yê(28) ku bi destûrê ji girtîgeha nîv-girtî derketî, li nexweşxaneyê dema H.A.ya 20 salî di xew de bû destdirêjî lê kiriye ku ew ji bo çavdêriya li pîrika xwe li wê derê bûye. H.A.yê dema qêr daye mêr reviyaye. Mêr hat desteserkirin.
12ê Hezîranê
* H.İ.G.yê 60 salî li nexweşxaneyeka Zonguldagê hewil da tecawizî nexweşeka bi navê N.Ç. ya 37 salî bike. Mêrê ku hat desteserkirin nehat girtin û ji derve tê dadkirin. Nexweşxaneyê têketina nexweşxaneyê ji bo wî mêrî qedexe kir.
12ê Gulanê
‘Li Kocaeliyê mudirê karên paqijiyê A.I. ji bo xebatê hazî karkera bi navê S.B. yê (38) kir û di wesayîta xwe de tecawizî wê kir. Jinikê xwestiye ku xwe biparêze û li ser wê yekê ji hêla A.Iyê ve hatiye birîndarkirin. Jina hat tecawîzkirin hemîle ma û piştre kurtaj bû A.I li nexweşxaneyê li dijî wê jinê destdirêjî domand û piştre ew ji kar da derxistin û bi êrişkirina li dijî keça wê hat tehdîtkirin. (Ew bûyer 5 meh berê çêbûbû. Li ser gilîkirina derbarê wî mêrî de lêpirsîn hat destpêkirin.)
*Li Edeneyê refaqatkarekî bi navê A.U. (46) jineka ku ji ameliyatê derketibû biriye odeya xwe û li dijî wê destdirêjiya cinsî kiriye. Li ser gilîkirina wê jinê ew mêrik hate girtin.
19ê Nîsanê
*Li Stenbolê kesekê bi navê M.K. ku li nexweşxaneyekê karkerê paqijiyê bû, bi dizîka ve kete odeya kesa nexweş a bi navê N.P.yê (32). Piştî ku N.Pyê ber xwe da, mêrik reviye û derbarê wî de lêpirsîna adlî û îdarî dest pê kiriye.
14ê Nîsanê
*Li Aydinê kesê bi navê R.T. ku li nexweşxaneyekê bijîşk e, destdirêjî stajyera bi navê M.A.yê (18) kiriye û ew bi peyamên telefonê tacîz kiriye. Li ser gilîkirina wê jinê, R.T. hatiye desteserkirin û ji hêla dadgehê ve bi şertê hukmê konrolkirinê serbest hatiye berdan. R.T. ji wezîfeyê hat dûxistin û piştre derkete holê ku derbarê wî kesê de ji ber sûcê tacîzkirinê lêpirsîn hatiye vekirin.
24ê Sibatê:
*Li Edeneyê M.O.(41) xwe wek psikîyatrîst daye nasîn, li nexweşxaneyê Y.R.(19) nas kiriye û pê re bûye destgirtî, paşê li daristanê tecawizî wê kiriye. wî dîmenên wê keçikê girtiye û bi wan dîmenan ew tehdît kiriye û gelek caran dîsa tecawizî wê kiriye. Keçikê ew kes gilî kiriye û li ser vê yekê ji bo 27 salan bê girtin tê dadkirin.(Ev bûyer havîna borî çêbûye lê nûçeya wê di meha Sibatê de hatiye nivîsîn.)
*Li Nîgdeyê M.S.yî xwe wek dixtor/bijîşk daye nasîn û destdirêjî li nexweşa bi navê D.Y. kiriye. Keçikê qêr daye û li ser vê yekê mêrik pêşiyê reviyaye û paşê hatiye girtin.(ÇT/YO/MB)
*Wêne: AA - Enqere / Murat Kaynak