Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Geverê di 13ê Adarê de derketina derve hat qedexekirin û di 30ê Gulanê de ji bo sietên rojê qedexe hat rakirin. Handan Çîftçî û Melek Çîftçî li zanîngehên Izmît û Bursayê beşa dersdariya zimanê Ingilîzî dixwînin, piştî rakirina qedexeyê ew ji bo dîtina xatireyên(bîranînên) ji kavlê xaniyê malbava xwe çûn Geverê.
Li gor nûçeya li Yuksekova Haberê ya Erkan Çapraz û Omer Oguzî,
ji beriya 9 salan li Geverê lehî rabûye dayika herdu xwendekaran, Devlet Çîftçî û xwişka wan Canan Çîftçî li ber lehiyê çûne û mirine, xwendekaran ji kavilî bi tenê karine du wêne û kitêbekê derbêxin û ji ber wê xemgîn bûne.
''Zarokatiya min ji min stand''
Handan Çîftçîyê dîyar kir ku ew li Zanîngeha Izmîrê dixwîne û got:
‘’Li dema qedexe hebû ez ji bo perwerdeya xwe li Izmîtê bûm. Ez ji beriya hefteyekê hatim navçeyê lê min newêra ez bêm û kavilê xaniyê me bibînin.
‘’Ji beriya 9 salan dayik û xwişka me çûbûn ser dilovaniya xwe me xwest em ji kavilî hinek bîranînên ji wan bibînin, me bi tenê kitêbeka wan dît. Xema me mezintir bû.
‘’Ne dibistana ez diçûmê ne jî dersxaneya ez diçûmê maye. Min li vê derê dileyîst, tu nîşan ji wan nemane. [Wan] her tişt xera kir. Wan zarokatiya min ji min stand.’’
'' Ev qas tişt ne hewce bûn. ''
Melek Çîftçîyê dîyar kir ku ew li Zanîngeha Uludagê ya Bursayê dixwîne û got:
‘’Em li kavilî li bîranînan digerin. Min kitêbeka xwişka xwe ya wefatkirî dît. Ji aliyê me’inevî ve vê yekê em hinekî rihet kirin.
‘’ Ev qas tişt ne hewce bûn. Min ti tiştên xwe nedîtin.’’
(EKN/MB)