Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî(UNFPA) rapora daneyên li ser rewşa jinên li Tirkiyeyê belav kir.
Li gor raporê ji sedî 11.3yê nifûsa jinên li Tirkiyeyê 13-19 salî ne û hejmara jinên kar nakin ji ya mêrên kar nakin zêdetir e.
Şirnex, Agirî, Sêrt
Li Tirkiyeyê, li sala 2015ê ji sadî 49.8ê nifûsê jin in. Ji sedî 11.3yê jinan di 13-19 saliyê de ne.
Rêjeya herî bilind a jinên di emrê 13-19ê de, ya sê bajaran e. Ev rêje li Şirnexê herî bilind e û ji sedî 17.3 ye, li Agirîyê 17.2 û li Sûrtê ji sedî 17 e.
Sê bajarên ev rêje herî kêm e, ev in: Ji sedî 8.4 Dêrsim, ji sedî 8.9 Mugla û ji sedî 9 Izmîr e.
Zewaca di emre kêm de
- Rêjeya keçên di emre 16-17ê de zewicîn li gor, li sala 2014ê ji sedî 5.8 bû li sala 2015ê ev rêje bûye ji sedî 5.2.
- Herî zêde li Kilîsê keçikên di emre zarokatiyê de bi awayekê fermî zewicîne. Ev rêje li Kilîsê ji sedî 15.3 li Qersê ji sedî 15.2 û li Agirîyê jî ji sedî 15.1 e. Rêjeya herî kêm a zewaca zarokên keç li Dêrsimê ye û ji sedî 1 e, ev rêje li Rîzeyê ji sedî 1.5 û li Trabzonê jî ji sedî 1.6 bû.
- Ji sedî 18ê keçên xwe kuştîn di emre 15-19ê de bûn.
- Keçên ciwan herî zêde bi dermanan û bi birîndarbûna laşî mirine.
Bikaranîna demê
- Li gor lêkolînê jinên ciwan ji bilî xewê herî zêde wextê xwe bi pewerdebûnê ve tejî dikin.
- Jinên ciwan ji mêrên ciwan hindiktir wextê xwe ji lîstin û hobîyan re cida dikin.
- Jinan li gor mêran hindiktir kompîter û înternet bi kar aniye.
- Jinên ciwan ji sedî 92.7ê dema xwe bi temaşekirina televizyonê derbas dikin.
(YY/MB)