Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzetên 31em Pêşbirka Kurtefilman ên Netewî yên Festîvala Filman a Navnetewî ya Enqereyê diyar bûne. Festîval wê di navbera 3 û 11ê Îlonê de pêk were ku Weqfa Lêkolînên Ragihandina Cemawerî ya Cîhanî pêk tê.
Akademîsyen Andreas Treske, prodüktör Bulut Reyhanoglû û lîstîkvan Şenay Gurler endamên jüriye yên kurtefilman e.
Oguz Onaran Serokê Rûmetê yê festîvalê, akademisyen Gîzem Akgulgil Mutlu û nivîskarê sînemayê Hasan Nadîr Derîn di pêşjuriyê de cih girtine. Her sê kesan ji 258 serlêdanan 15 film hilbijartine. Ji van 15 filman sê film bi kurdî ne ku yek ji wan “Huşbe!”ya Nursel Doganê, “Veger”a Selman Denîzî û “Barê Giran”a Yilmaz Ozdilî ye.
Filmên ku di vî beşî de wê werin nîşandan ev in:
Anıl Kaya û Özgür Önurme: "Akvaryum",
Ayçıl Yeltan: "Topanga",
Büşra Bülbül: "Çamaşırsuyu",
Erinç Durlanık: "Yasemin Adında Bir Salon Bitkisi",
Murat Emir Eren: "Evde Yok",
Mustafa Gürbüz: "Meryem Ana",
Nursel Doğan: "Huşbe!",
Ragıp Türk: "Tor",
Ramazan Kılıç: "Servis",
Umut Evirgen: "İyi Yemek Öldürür",
Selman Deniz: "Veger",
Yasemin Demirci: "İklim Değişimi",
Yavuz Akyıldız: "Yağmur, Şnorkel ve Taze Fasulye",
Yeşim Tonbaz Güler: "Münhasır",
Yılmaz Özdil: "Barê Giran”
(AO/FD)