Fotograf: https://twitter.com/TheAcademy
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çavlirêbû ku di meha Sibata 2020an de Merasîma Xelatdayînê ya 93em Akademiya Zanista Hunera Sînemayê ango Oscarê pêk bihata. Lê ji ber Covîd-19ê ev merasîm hatiye taloq kirin.
Akademiya Zanista Hunera Sinemayê daxuyani daye û gotiye, diviyabû wan 93em şeva xelatên Oscarê di 28ê Sibata 2021an de pêk bihaniya. Ji ber Covîd-19ê heta 25ê Nîsana 2021an şeva xelatan hatiye dirêj kirin.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, dema serlêdanên Oscarê heta 28ê Sibata 2021an hatiye dirêjkirin.Serlêdanên fîlman bi piranî heta dawiya salê dihatin kirin. Berendam jî di 15ê Adara 2021an de wê bên aşkere kirin. (AO/AY/FD)
*Çavkanî: AA