Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hûn dikarin bi awayê online li pêşangeha “Surrealîstekî Li Stenbolê: Salvaor Dalî” temaşe bikin. Pêşangeh di navbera 20ê Îlona 2008an û 1ê Sibata 2009an de li Muzexaneya Sakip Sabanciyî ya Zanîngeha Sabaniciyî hatibû pêkanîn.
252 hezar kesî serdana pêşangehê kiribû.
Pêşangeh ji çavkaniyên arşîvî yên DigitalSSMê hatiye sazkirin û li sir malpera SSMyê, hesabên medyaya civakî û kanala Youtube-ê ya saziyê tê nişandan. Li gel berhemên Daliyî desxet, fotograf û belgeyên wî jî li pêşangehê hatine bicihkirin.
Dîsa pirtûka ji bo zarokan hatiye amadekirin, a bi wêne jî li ser malperê hatiye parve kirini ku navê wê “Ez Dalî me”.
Rêzekonferansên derbarê Daliyî de, li SSMyê hatine pêkanîn jî li ser malperê û hesabên saziyê hatine weşandin. (AO/FD)