Fotograf: Newroz 2019 /Evrim Kepenek/bianet
Partiyên siyasî û saziyên di nav Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, ragihandin ku ji ber vîrusa koronaya nû (Covi-19) mîtîngên Newroza îsal hatine betalkirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jina Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşgerên Demokratîka Kurd (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komînîst a Kurdistanê û Partiya demokrat a Kurdistanê (PDK-Bakur), derbarê Newroza îsal de li avahiya KCDyê daxuyaniyek dan.
Bixwîne - HDPyê û partiyên Kurdistanî banga beşdariya Newrozê kirine
Hevserokên KCDê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka TJAyê Ayşe Gokkan û nûnerên partiyên kurdan ên di nav Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber vîrusa koronayê mîtîngên Newroza îsal hatine betalkirin. (FD)
* Çavkanî: MA