Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Par dema min nûçeya albumên salê dinivîsand, li ber destê min zanyariyên 26 albuman hebû. Di dawiya salê de albuma Mîkaîl Aslanî derketibû û sal vê albumê bi dawî bûbû. Îsal li ber destê min hejmareke zêdetir album hene. Helbet hejmar ne ev tenê ye. Ev ên ku min hay ji wan heye, bala min kişandine, mijara nûçeya min e.
Îsal hin klîpên muzîkê bala guhdaran kişand û demekê di rojevê de man. Klîpa Şefîqê Tembûrvan, stranbêjê Qamişloyî a bi navê Edlayê li ser youtube-ê û medyaya civakî gelekî deng veda.
Dîsa klîpa ku Tara Memedova, Harûn Elkî û Gulbahar Kavcuyê ya bi navê Şehyan jî demekê bû rojev.
Klîpa Hîvronî ya bi navê "Jaro" klîpeke din e ku di salê de kete rojevê. Hîvronî beste ji helbesta Turkan Elçiyê re çêkiriye ku li ser Tahir Elçiyî hatiye nivîsandin.
Rewşa Rojavayê bandora xwe li ser konseran jî kir. Konserên hin hunermendan di wan rojan de bû ku operasyona li ser Rojavayê dest pê kiribû. Şahram Nazerî û Kayhan Kalhor, Baran Bozyel û hin hunermendên din ji ber vê rewşê konserên xwe betal kirin.
Sîmir Rûdan di van çend rojên derbasbûyî de aşkere kir ku ew li ser albumeke nû kar dike. Navê albuma wî wê “Kevî” be û wê bi serê albumên xwe amade û belav bike.
Albumên îsal hatine weşandin
“Bendewariya Sakînayê” (Aheng Muzîk)
Me sala 2018ê bi albuma Mîkaîl Aslanî li du xwe hiştibû û bi albuma Sakîna Tenyayê dest bi sala nû kiribû. Navê albuma Sakînayê “Bendewarî” ye.
Sakîna demeke dirêje bi muzîkê re mijûl e û li gelek bajarên Ewropayê car caran bi tena serê xwe car caran bi komên cida re konsertan li dar dixe. Her weha di gelek albuman de stra ye. Mahan Mirarab, Efe Turumtay, Oscar Antoli û Jörg Mikula hevrêtiya wê kirine. Ji ber wê ye ku navê xwe kirine “Sakina & Friends”. Di albûmê de Sakinayê strana “Leyla Xanûm” ya farisî bi stranbêja îranî Golnar Shahyarê re stra ye.
Rûşen Alkar û “Hêdî Hêdî” (Kalan Muzîk)
Beriya ku sal biqede Rûşen Alkarê albuma xwe derxist. Navê Albuma wê “Hêdî Hêdî” ye. Alkarê di vê albumê de 9 stran stra ye. 2 ji wan bi tirkî, 4 jê beste, 3 jê coover 7 stranên bi kurdî di vê albumê de straye Rûşen Alkarê. Him stranên bi tirkî him jî yên bi kurdî besteyên Ruşen Alkarê ne. Rûşenê di sala 2015ê albumeke bi navê “Sebr” weşandibû
Em dikarin him vê albuma Ruşen Alkarê him jî albuma wê ya yekê di du beşan di binirxînin. Ya yekem stranên gelerî yên hatine cooverkirin. Ya duyem jî besteyên Ruşen Alkarê ye.
Hani Mojtahedy – “Şew” û “Skala”
Hunermend Hani Mojtahedy-yê du single derxistiye. Yek ji wan bi navê “Şew”ê ye. Stran ji ber helbesta Hemin Mukriyaniyî ve hatiye amadekirin. Gotinên Skalayê jî Ehmed Mihemed nivîsandiye. Produktaroyi herdu stranan jî kurê Haniyê Siyamendî kiriye.
Albuma senfonîk a Adnan Kerîmî (Kom Muzîk)
Adnan Kerîm di dawiya meha Çiriya Paşiyê de albumeke senfonîk derxistiye. Navê albuma wî Şewba ye. Kerîm di vê albumê de 3 stran di forma senfoniyê straye ku gotin ji ber helbestên Hemin Mukriyaniyî hatine girtin. Karzan Mahmoodî aranjeya stranan kiriye û Orkestraya Senfonîk a Netewî ya Çekyayê bi enstrumanên xwe tevlî albumê bûye. Albuma Şewba him di muzîka Kerîmî him jî di muzîka kurdî de cihereng e. Kom Muzîkê album çap kiriye.
Ahmet Aslan - Dornağê Budelay (Kalan Muzîk)
Stranbêjê muzîka kirmanckî Ahmet Aslanî albuma bi navê Dornağê Budelay derxistiye. Aslan di vê albumê de 14 stranên bi kirmanckî û tirkî stra ye. Album di encama amadekirayên çar salan de derketiye holê. Aslanî di vê albumê de jî dîsa reng û dengên Dêrsimê bi şêweyê xwe yê diyar ve stran xwendiye. Aslanî beriya niha jî sê albumên solo çêkiribû. Di vê albuma dawiyê de Ahmet Aslanî tevlî Alî Ekber Kayişî aranjeyên stranan amade kiriye.
Mavîş Guneşer - Ax De Vaji (Lizge Muzîk)
Duyem albuma Mavî Guneşerê ya solo ye. Di albumên Metîn-Kemal Kahramanî yên Çeverê Hazaru, Saê Moru, Ogul û hinên din de stran digotin Guneşerê Di vê albuma xwe de zêmarên Dêrsimê straye. Zêmar ji hêla Metîn-Kemal Kahramanî ve hatiye aranjekirin. Li gel albumê pirtûkokeke ji 118 rûpelan pêk hatiye jî hatiye weşandin. Di vê pirtûkokê de çîroka zêmaran heye.
Kurdophone – Isomer (Lotus Records)
Komeke ji hunermendên Rojhilatê û Avusturyayiyan pêk hatiye. Albuma wan a yekem bi navê Isomer derketiye. 7 stranên bi soranî tê de hene.
Adir Jan – Leyla (BGST Records)
Albuma wî ya yekem e Leyla. Li Almanyayê dijî Adir Jan. Muzîka xwe bi navê “Cosmopolitan Kurdesque” bi nav dike. Albuma wî di nava 100 albumên herî serkeftî yên Transglobal World Music Chartsê de cih girtiye. 10 stran di albumê de hene. Adir Jan di albumê de him stranên kurmancî him jî yên kirmanckî straye. Yek jî bi tirkî ye.
Brûsk Zanganeh – Trnotsi (Babalisk Records)
Vîtruozê kemanê Brûsk Zanganeh tevlî hunermendê pianoyê yê bolîvyayî Sergio Escalerayî albuma bi navê Trnotsî derxistiye. Di vê albuma enstrumantal de 9 stran hene ku bêhtir stranên kurdî ne.
“Klamê Koê Vorıni” yên Yilmaz Çelîkî (Kalan Muzîk)
Yilmaz Çelîk çend roj berê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê” ye hatibû desteserkirin û hatibû girtin. Çelîkî di meha Tebaxê de albuma xwe ya bi navê “Klamê Koê Vorini” ango Kilamên Çiyayî derxistibû. Di vê albumê de cih daye wan stranan ku bi zimanekî qedexekirî hatine gotin.
Ev albuma wî ya 16em e, tê de klamên 16 stranên bi tirkî û kirmanckî hene.
Xem - Biyan (Red Muzîk)
Di destpêka salê de rapbêjê kurd Xemî albumek ji sê stranan pêk tê derxistiye. Navê albûma wî "Biyan" e û di vê albûmê de stranek bi navê "Newroz" heye. Di albumê de ji bilî Newrozê stranek bi navê Biyan yek jî bi navê Payîzê heye.
Ze Tijê - Ur (Golfo Mistico)
Ciwan Hacoyî kaseta Emînayê li ser înternetê weşandiye (Red Muzîk)
Ciwan Haco par jî bi albuma xwe ya bi navê “Pêşmergene” ya di sala 1980yî de hatibû qeydkirin û “Diyarbekir”a di sala 1982yê de hatibû qeydkirin, ji nû ve û bi rêbazên modern belav kiribû. Hacoyî îsal kaseta xwe ya bi navê “Emîna” weke album ji nû ve weşand. Album li ser platformên dijîtal hatiye weşandin.
Yûnûs Dişkaya - "Kamîran" (Red Muzîk)
Yûnûs Dîşkaya heta niha nêzîkî 25 album çêkiriye. Stranên xwe bi xwe tomar dikir û albumên xwe bi xwe belav dikir. Lê îsal biryar girtiye û bi Red Muzîkê re li hev kiriye. Di encama vê peymanê de wê Red Muzîk êdî albumên Dîşkayayî biweşîne. Li gorî vê peymanê albuma wî ya bi navê “Kamîran” hatiye weşandin. Dîşkayayî di albuma “Kamîran” de helbestên Kamîran Alî Bedirxanî kiriye stran û straye. Di vê de 20 stran hene. Çav li rê ye ku di hefte an mehên pêş de albumên wî yên din jî werin belavkirin.
Yeqîn H – “Nehberk” (Ses Medya)
Helbestvan Yeqîn H yek ji wan helbestvanane ku bi muzîkê re jî mijûl e. Navê albuma Yeqîn H-yî “Nehberk” e, Ses Medyayê ew çap kiriye û ji 9 stranan pêk hatiye. Taybetmendiya van stranan ew e ku hemû jî yên Mihemed Şêxoyî ne. Yeqîn H-yî ev stran ji nû ve şîrove kiriye û straye.
Bajar û “Ser û bin” (BGST Records)
Koma muzîkê, Bajar di dehemîn saliya xwe de albuma bi navê “Ser û bin” li ser platformên dijîtal weşandiye. Di albumê de 12 stran hene ku bi tirkî û kurdî ne.
Tara Mamedova – "Performance Live" (Pel Records)
Tara Mamedovayê piştî 5 salan albuma xwe ya nû derxistiye. Di albumê de 7 stran hene ku bi kurdî, rusî û frensî ne. Mamedovayê hemû stranê xwe zindî tomar kiriye û bi vî awayî album amade kiriye.
Yekem albuma Koma Gulên Xerzan dîsa hatiye weşandin (Kom Muzîk)
Yekem albuma Koma Gulên Xerzan a bi navê “Ji Bîr Nabin” ji nû ve hatiye weşandin. Kom muzîkê album weşandiye. Album cara pêşiyê di sala 1992ê de weke kaset hatiye belavkirin. Taybetmendiyeke vê albumê heye ku yekem albuma bi kurdî ya Kom Muzîkê bûye.
Beser Şahîn – Mara (Kom Muzîk)
Albuma Beser Şahînê ya bi navê Marayê bi 14 stranan hatiye amadekirin û Kom Muzîkê ew weşandiye. Di albumê de stranên kurmancî û kirmanckî hene. Stranên di albumê de ji besteyên Beser Şahînê, Alî Temel, Hesê Zerdî û stranên gelêrî pêk hatine. Di Strana Demê de Şahînê û Xêro Ebasî avêtine ber hev.
NICKWAN – Ruhî Mirdû (Red Muzîk)
Dilovan - Xemla Yarê (Kom Muzîk)
Xêro Ebas – Dilava (Pel Records)
Vedat Tanış - Mayîndeyên Sînora (Red Muzîk)
Hesen Astare - Dara Muriyê (Kom Muzîk)
Zafer Zîlanî – Hingivî (Ses Medya)
Ali Sizer – Çira (Kom Muzîk)
Seyda Perinçek – Berxo
Ali inanır - Zerri Dej (Kom Muzîk)
Mezopotamya Dans – Leyla (Kom Muzîk)
Baran Bozyel - Çûka Reş (Kom Muzîk)
(FD)