Fotograf: Murat Bayram / bianet
Serlêdanên ji bo 7emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir. Pêşbirk ji hêla Weşanên Sor û malbata Arjen Ariyî ve ji bo bîranîna yek ji nûnerên Wêjeya Modern a Kurdî Helbestvan Arjen Ariyê ve li dar dikeve.
Bixwîne - Weşanên Sorê hemû helbestên Arjen Ariyî weşandiye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Nûnerê Weşanên Sorê yê Amedê Reşo Ronahî derbarê pêşbirkê de li Şaxa Amedê ya Sendîkaya Egîtîm-Senê Hejmar 1ê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Ronahiyî şertên pêşbirkê aşkere kiriye û gotiye ku ew “bi armanca xwedîderketina li wêje û zimanê kurdî li dar dixin ku Arjen Ariyî kedeke mezin dayê.”
Berhema biserkeve wê bibe pirtûk
Juriya pêşbirkê ji Berken Bereh, Necla Arî (Xwişka Arjen Arî), Bêrîvan Zînzal, Fewzî Bîlge û Yeqîn H. pêk tê û serlêdanên pêşbirkê di navbera 26ê Çiriya Paşîn a 2019an û 1ê Adara 2020an de wê bên qebûlkirin.
Şertên pêşbirkê bi tevahî wiha ne:
* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin bê dayîn.
* Weşanên Sorê wê berhema ku di encama pêşbirkê de bi ser bikeve weke pirtûk çap bike. Ev wê weke xelata pêşbirkê be.
*Her kesê/a ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
*Malbata Arjen Ariyî û Weşanên Sorê dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata rûmetê” bidinê.
*Berhemên ji hêla saziyekê ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
*Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
*Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema xelat wergirtiye guhertinan bike.
*Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelatê nede.
*Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di hecma pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
*Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi CDyek, USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin ango bi awayê maîlê bê şandin.
*Dosyeyên ku bi kompûterê nehatine nivîsandin û CDyek, USByek pêve nekirî ango bi mailê nehatine şandin wê neyên nirxandin.
*Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
*Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
*Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2020an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û xelat jî dê sala bê di Fûara Pirtûkan a Amedê de bê dayîn.
*Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Yenişehir Mah., Ali Emiri 7. Sokak, No:22/7, Kat:1, Yenişehir/Diyarbakır (li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
*Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
*Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.
*Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne. (FD)