Fanzîna fotografîyê ya bi navê Flashhilat ji bo piştgirîya Rojavayê navê xwe kiriye “Flashava.” Edîtorê kovarê Omer Faruk Baranî jimara nehem a fanzîna mehane bi van gotinan daye nasîn:
''Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Loma, fanzîna me ya ji fotografîyê dinizile, di hejmara nehan de navê xwe ''flashhilat''ê diguherîne û dike ''flashava''; sed silav û serketin li neteweya me ya li vê hêlê û li wê hêlê''
Di hejmara nehan de Ciwanmerd Kulek bi ''Fotraf û Bîr II'' nivîseke xwe ya ku beşa wê ya yekê di sala 2017an de hatiye weşandin temam dike.
Esra Gültekin bi otoportreyên navên wan ''Sînorên Redkirinê'' balê dibe ser kifşkirina rû û por û bedenê.
Şêxo Fîlîk hin hevokên Italo Calvino û Yavuz Ekinci bi bîr dixe û bi fotografekî ku Evîn Fîlîkê girtiye ''Berojkê Kolajê'' çêdike.
Müşerref Gönül Açar, bi ''Şemamok, Bûn An Jî Nebûn''ê li dû şopa toza rêwîtîyeke li Îranê dikeve.
Birûsk Aryan bi ''Rûniştina li Ser Derencekan'', ''ji Zênebê re malavayîyek'' dişîne.
Filiz Sütpak bi fotografekî kûçikekî behsa ''parêzvanî''yê dike:
Di berga paşî ya fanzînê de bi navê ''Nexşeya Nebûnê'', fotografekî Rêkaş Qaso heye.
(MB)