Wêne û vîdeo: Nadire Mater
Li bajarê Stenbolê 150. rojbûna bestekar û mûzîkologê ermenî, Gomidas bi konserekê hatiye pîrozkirin.
Konsera bi navê "dengê sibeha ronî" li Hola Konseran a Cemal Reşit Reyî hatiye pêkanîn. Konser bi hevkarîya Anadolu Kültür, Kalan Müzik û Maxim Gorki Theaterê hatiye pêkanîn.
Di konserê de van kes û koman berhemên xwe yên mûzîkê pêşkêş kirine: Aynur Doğan, Ertan Tekin, İklim Tamkan, Karatzayn Quartet, Kevork Tavityan, Levon Eroyan, Lusavoriç, Sevana Tchakerian, Pervin Chakar, Şevval Sam, Vomank, Yerkaran, GOGHT, Ara Dinkjian û Zulal Trio.
Bila Kavala azad bibe
Tilbe Saranê pêşkêşkarîya bernameyê kiriye. Dema ku Saranê dest bi axiftinê kirî wêneyê karsazê girtî, Osman Kavalayî hatiye nîşandan. Kavala du sal in ku di girtîgehê de ye.
Osman Kaval û 15 kesên dî dê îro bi Doza Gezîyê bêne dadkirin. (AÖ/MB)