Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsal 9em Festîvala Filmên Sûc û Cezayan a Navnetewî wê li dar bikeve. Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê di sala 2011ê de bi fikra “Edalet Ji Bo Herkesî” ev festîval li dar xistibû û ji wê salê û vir ve pêk tê.
Zuhal Olcay wê îsal Seroka Juriyê ya “Pêşbirka Filmên Metrajdirêj a Mêzîna Zêrîn” e.
Mijara festîvalê îsal “Edaleta Li Cîhana Sanal e”. Di programê de ev mijar wê li gorî nêrînên zanyariyên cida û hiqûqê bê nîşandan. Sedema hilbijartina vê mijarê bi van gotinan hatiye aşkerekirin:
“Cîhana sanal, piştî ku înternet ketiye nava jiyana me derketiye holê û bandora xwe rasterast li ser jiyana me ya ekonomîk, civakî û çandî dike. Ligel hêlên wê yên ku jiyana mirovan hêsanî dike, bikaranîna wê ya di sûckirinan de gihiştiye asteke cidî.”
Festîval wê 21ê Çiriya Paşiyê roja pêncşemê li Salona Cemal Reşît Reyî bi merasîmekê dest pê bike. Filmên festîvalê wê li Sînemaya Beyoglûyê û sînemayên Nişantaşi City’sê bên nîşandan. (SO/FD)