Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
150em salvegera jidayikbûna Gomidas, bestekar û muzîkologê ermenî li Stenbolê bi konsereke taybet wê bê pîrozkirin.
Ji Tirkiye û cîhanê gelek hunermend wê 7ê Çiriya Pêşiyê saet di 20.30 deqîqeyan de ji bo konsera bi navê “Dengê Sihera Ronîdar” li Salona Konserê ya Cemîl Reşît Reyî derkevin ser dikê û konsertekê bidin.
Konser wê bi hevkariya Anadolu Kultur, Kalan Muzîk û Maxim Gorki Theaterê pêk bê û ji Tirkiye, DYA û Ermenistanê hunermend wê beste û berhevokên wî bistirên.
Aynur Dogan, Ertan tekin, Karatsayn Quartet, Kevork Tavityan, Levon Eroyan, Koroya Zarokan a Lusavoriçî û Sevana Tchakerian, Pervin Çakar, Şevval Sam, Koma muzîkê ya Vomank, Projeya Yerkaranê, ji Ermenistanê koma muzîkê GOGHt, ji DYAyê Ara Dinkjiaan û Zulal Trîo ev hunermend in ku wê derkevin ser dikê.
Her weha heman rojê saet ji 19.30 deqîqeyan û pê de wê li fuayeya salonê pêşangeha Gomîdasî li dar bikeve. Birzamanlar Yayincilik pêşangehê wê saz bike.
Derbarê Gomîdasî de
Gomidas Vartaped ango Soğomon Kevork Soğomanyan, bestekar, etnomuzîkolog û şefê koroyan e. Sala 1869ê li Kutahyayê ji dayik bûye. Weke avakarê Muzîka Klasîk a Ermeniyan tê qebûlkirin. Dema yeksalî bûye dêya wî, 10 salî bûye jî bavê wî miriye. Heta 1881ê li gel pîrika xwe maye. Çûye dibistana ruhbanan a dêra ermenan a li Eçmiadzinê û di sala 1895ê bûye papaz. Navê xwe kiriye Gomîdas ku navê Katolîkos Gomîdas, hozanekî ermenan bûye. Katolîkos Gomîdas di sedsala 7an de jiya ye.
Beşdarî koroya Manastira Eçmiadzinê bûye. Di sala 1896ê de çûye Berlînê û li vir perwerdeya muzîkolojiyê dîtiye. Di sala 1899ê de bûye doktorê muzîkolojiyê ku mijara wî “Muzika gelerî ya kurdan” bûye. Stranên gelêrî yên kurdan berhev kiriye.
Di 24ê Nîsana 1915ê de tevlî hin rewşenbîrên din ên ermen sirgunê Çankiriyê kirine. Piştî wê ew li Parîsê li sanatoryûmekê dermankirine û heta miriye li wir maye.
(AO/FD)