Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmanîyê dê li Herêma Kurdistanê di navbera 1 û 7ê Çiriya Pêşiyê (meha 10.) de dom bike.
Mijara sereke ya îsal “ka werin em derdorê bi hev re biparêzin” e. Bernameya festîvalê dê di demekê nêzîk de bê eşkerekirin.
Li Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmanîyê ji 57 welatan 120 fîlm dê bêne nîşandan. Herî zêde fîlmên derhênerên ji Bakurê Kurdistan dê bêne nîşandan. Kûratora fîlmên hilbijartî yên Tirkiyeyê Îlknur Bilir e.
Bilirê da zanîn ku:
“Hûnerê her dem wesfê heyîna sînoran tine dike û sînoran radike. Bêguman em dikarin heman tiştî ji sînemayê re bibêjin. Ev fîlmên hilbijartî dê wê rêyê bide ku çand û şêweyên ji hev cida bigihin hev. Ji ber wê yekê jî ev xebat ji bo min gelek girîng e. Ez hêvî dikim di salên bê de ev hevdîtin îmkan û meydanekê ji bo hevkarîyên nû veke ku karên kêrhatî bêne kirin.”
Fîlma destpêkê ya festîvalê “Xuşkîtîya Çekan ya Jinan” e. Fîlm behsa berxwedana jinên êizdî ya li dijî DAIŞê dike.
Dîmenekê ji fîlma "Xuşkîtîya Çekan ya Jinan"
Di salên borîn de ji endûstrîya fîlman gelek kesên navdar beşdarî festîvalê bûbûn.
Çêkerê anîmasyon-fîlma "Moana"yê yê ji Awistiralyayê Rhys Graham, aktirîsa ji Zelandaya Nû Rachel House, ekterê Îranî yê 2017ê li Festîvala Fîlman a Venedîkê xelata lîstikvanê herî baş standibû Navid Mohammadzadeh û derhênerê navdar ê Îranî Majid Majidi beşdarî festîvalê bûbûn.
Di festîvalê de 150 fîlmên metraj-dirêj û metraj-kurt û belgefîlm dê ji bo 8 xelatan bikevin pêşbirkê.
Di festîvalê de ji bilî nîşandana fîlman li ser li ser mijara bilindkirina standardê cîhanê yê çêkirin û belavkirina fîlmên kurdî panel dê bêne pêkanîn. Di panelan de xebatkarên endûstrîya sînemaya navneteweyî dê gotaran pêşkêş bikin. Di festîvalê de ji bo bajara fîlman, fon, hevkarî û kargehan têkilî dê bikare bêne danîn.
(AO/MB)