Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) statîstîkên sala 2018ê yên li ser sînema û şanogehan weşandiye.
Li hemî Tirkiyeyê jimara salonên sînemayê li gor sala 2017ê ji sedî 6,2 zêde bûye. Jimara sînemagehan bûye 2 hezar û 858.
Jimara şanogehan li gor par ji sedî 6 kêm bûye.
Li bajarên Ardahan û Şirnexê salonên sînemayê nînin. Li 2 hezar û 858 salonên sînemayê 342 hezar û 813 kursîkên rûniştinê hene.
Sala 2018ê li gor sala 2017ê jimara temaşevanên sînemayê ji sedî 5,4 kêm bûye û bûye 64 milyon û 772 hezar û 380 kes.
Di dewra 2017-2018ê de li gor dewra 2016-2017ê jimar şanogehan ji sedî 6 kêm bûye lê kursîkên rûniştinê ji sedî 9,5 zêde bûne.
Herweha di dewra dawiyê de jimara zarokên temaşevan jî ji sedî 3 zêde bûye.
(AO/MB)