Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya 7. Festîvala Şanoyê ya Amedê aşkere bûye. Festîval wê di 26ê Nîsanê de bi şanoya “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû, dest pê bike.
Di festîvalê de wê ji Stenbol, Amed, Wan û Mehabadê komên şanoyê heta 5ê Gulanê lîstikên xwe nîşan bidin. Her weha wê 3yê Gulanê di bin navê “Hêzên Palyaçoyên Azad” kargehek pêk bê.
Festîval bi sernavê “Heqîqet azad dike” wê bi rê ve biçe û lîstik wê li Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê bên lîstin.
Festîvala Şanoyê ya Amedê ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve tê li dar xistin.
Akkûzû: Me cih da komên piştgiriya me kirine
Ji Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzûyî ji bianetê re behsa naveroka festîvalê kir û got, wan cih daye wan komên şanoyê ku di sê salên piştî tayînkirina kayiman de piştgiriya koma wan kiriye. Ji bo lîstikên wan sehne dane wan, organîzasyona lîstikan ji bo wan çêkirine û bi peyaman piştîrî dane wan.
Akkûzûyî her weha diyar kir ku ew festîvalê ji bo hevalên wan ê şanoger, Mehmet Emîn Yalçinkayayî çêdikin. Yalçinkaya sala 2018ê çûbû ser dilovaniya xwe.
Yavûz Akkûzûyî di berdewamiye de behsa greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê kir û wiha got: “Em piştî her lîstikên xwe ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê, mesajan didin. Em ê di vê festîvalê de jî dîsa balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan û em ê bixwazin vî rihê ava bikin”.
Bernameya Festîvalê wiha ye:
(FD)