Jı bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koma Görülmüştürê dê li Izmîrê di 13/16ê Nîsanê pêşangeha karîkatûrên girtîyan pêk bîne. Di pêşangehê de berhemên 20 hûnermendan dê bêne nîşandan.
“Bi armanca balkişandina ser binpêkirinên mafên mirovên di zindanan de û dêngê girtiyên di tecrîtê de ne bidin bihîstin, em wek Koma Görülmüştür’ê di Tirkiye û Ewropaye de cur bi cur pêşangehan lidar dixin. Îcar jî bi piştgiriya koma karîkatur û pêkeniyê HOMOR’ê me projeya bi navê “Xêzên Ku Diwaran Derbas Dikin” amade kir. Bi vê armancê em bi dehan zindanan re ketin têkiliyê û em gihîştin girtiyên karîkaturîst û wênesaz. Ji bo ku afirîneriya wan were xuyakirin, me ji wan xwest ku karîkaturên bi mijara azadiyê xêz bikin.
“Ji ber ku ji rewşa awarte (OHAL) û vir de nefî û sewqan lez girtiye, me di têkiliya gelek girtiyan de dijwarî kişand. Name û faksên me di girtîgehan de hatin wendakirin, gelek jî bi mohra, “hatiye dîtin (görülmüştür), li saziyê tune ye” bi şûn ve hatin vegerandin. Gelek caran jî “cezayê têkiliyê” ku tim tim li ser girtiyan tê birîn, ji me re bû asteng.
“Damezrînerê pêşangeha me nivîskar Adîl Okay, peywira têkilisaziya girtiyên karîkaturîst hilda ser xwe û li dora sê mehan li deriyên postexaneyan ked feda kir. Piştî têkoşînên dirêj, 20 girtiyên ku em gihîştin wan, ji me re karîkaturên xwe yên resen şandin û ji xebata me re tevkarî kirin. Nîşan dan ku di hucreyên tê de girtî ne de, bi materyalên kêm jî dikarin bixebitin û biafirînin.
“Wekî mînak, em hîn bûn ku rojnameger û wênesaz Zehra Dogan, di qedexeya pênûsa biboyax, rînek (firçe) û tuwalê ya Girtîgeha Jinan a Tarsûsê de, bi xwîna bênimêjiyê û bi bermayê fêkî û zebzeyan boyax çêkiriye. Girtiyê bi navê Cebraîl Çakto, vexwendina me hildaye, lê zûzûka, ne ku eşyayên xwe hilbigire hatiye sirgûnkirin û li girtîgeha Rîze Kalkanderê ya ku hatiye şandin de jî materyalên wênesaziyê nayên firotin. Nûrettîn Erenler ê ku di girtîgeha Edîrneyê de tê girtin da ragihandin ku pênûsên wî yên biboyax hatine desteserkirin û derfeta wî ya xêzkirinê hatiye astengkirin. Qedexeyên qereqûşiyên ku car caran di çapemenî û pêşniyaznameyên TBMM’ê de jî cih digirin, bi jimartinê xelas nabin.
“Wekî encam, digel hemû astengiyên di destê me de tevayiya vekirina pêşangehekî, 70 karîkatur berhev bûn. Lê belê, em dixwazin diyar bikin ku di girtîgehan de bi sedan xêzkarên ku em nikaribûn bigihêjin wan hene, di girtîgehan de, di wan şertên dijwar de, hejmara afirîneran ji yên ku di vê pêşangehê de cih digirin zêdetir in.
"Armancên me"
a) Ji hêla sala 2019’an vir de 260 hezar girtiyên ku hejmara wan her roj zêde dibin, ji kesên derve re ji nû ve bibîrxistina hebûna wan,
b) Dengê hundir bidin bihîstin, hejmar-îstatîstîk nebûna kesên di hundir de bidin xuyakirin,
c) Li dijî tecrîtkirina bi awayê cezayên ku nakevin aqilan û lı dijî qedexeyan, alîkariya rihetkirina derûniya hunerkarên girtî,
d) Di zindanan de girtiyên têkildarê hunerên plastîk teşwîqkirin û ji bo wan derfeta xweîfadekirinê peydekirin,
e) Balkişandina ser qedexeya pênûsên biboyax, ya bi awayê piştguhkirina rêziknameyan, qet nebe ji bo ku Rêzikên Girtîgehan ên ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye diyarkirin re were rîayetkirin. Her wiha Tirkiye jî di heman peymanê de destnîşandar e. Di dora 400 girtîgehên di Tirkiyê de atolyeyên hunerê gelek kêm in, ji bo çalakkirina van atolyeyan pêkanîna raya giştî ye.
KARÎKATURÎSTÊN GIRTÎ YÊN KU BERHEMÊN WAN DI PÊŞANGEHÊ DE CIH DIGIRIN
1. A. KERİM AKTAŞ H TİPİ HAPİSHANE GAZİANTEP
2. AHMET BİLGE E TİPİ KAPALI HAPİSHANE ELBİSTAN – K. MARAŞ
3. AYHAN BOZKAYA 2 NO'LU T TİPİ HAPİSHANE ŞAKRAN ALİAĞA İZMİR
4. AYNUR EPLİ ŞAKRAN KAPALI KADIN HAPİSHANESİ ALİAĞA İZMİR
5. BARIŞ İNAN 2 NO'LU F TİPİ HAPİSHANE KOCAELİ
6. CEMAL BOZKURT 2 NO'LU F TİPİ HAPİSHANE TEKİRDAĞ
7. CENAN GENÇ 1 NO'LU F TİPİ HAPİSHANE KOCAELİ
8. HAYDAR BAYAR 1 NO'LU F TİPİ HAPİSHANE TEKİRDAĞ
9. HÜSEYİN YILDIRIM F TİPİ HAPİSHANE BOLU
10. KEMAL AYHAN 1 NO'LU F TİPİ HAPİSHANE TEKİRDAĞ
11. MAHMUT ULUSAN 2 NO'LU F TİPİ HAPİSHANE KOCAELİ
12. MEHMET BOĞATEKİN T TİPİ HAPİSHANE BURHANİYE – BALIKESİR
13. MENAF OSMAN 2 NO'LU T TİPİ HAPİSHANE- BANDIRMA / BALIKESİR
14. MELİH GÜRLER T TİPİ HAPİSHANE BEŞİKDÜZÜ – TRABZON
15. MUSTAFA AĞCAKAYA 2 NO'LU T TİPİ HAPİSHANE- BANDIRMA / BALIKESİR
16. NURETTİN ERENLER F TİPİ HAPİSHANE EDİRNE
17. ÖMER RAMAN (ÖZDURAK) T TİPİ KAPALI HAPİSHANE BURHANİYE- BALIKESİR
18. ÖZLEM ÖZDEMİR KADIN KAPALI HAPİSHANESİ GEBZE
19. SERDAR SÜRÜCÜ 1 NO'LU F TİPİ HAPİSHANE TEKİRDAĞ
20. ZEHRA DOĞAN KADIN KAPALI HAPİSHANESİ TARSUS- MERSİN
Pêşangeh: 13 Nîsan/ 16 Nîsan 2019
Vekirin: 13 Nîsan 2019 Şemî, saet:18.00
Navnîşan: Kültür Park Pakistan Pavyonu. Sergi Salonu. Lozan Kapısı Girişi. Alsancak- izmir
(MB)