Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
10, 11, 12 û 13ê Nîsanê(meha çarem) Chalak Events dê li bajarê Tûrînê yê Îtalyayê bi hevkarîya Acmosê, RetròScenayê û Comitato Salvagenteyê mîhrîcana bi navê “Mîhrîcana Derbirrîna Kurdî / Çanda Bêsînor (Cultural Sconfinate)” pêk bîne.
Mûzîkjen, zanyar, şanoger û edîbên navdar ên kurd; Ozlem Belçim Galîp, Fatma Savci, Yelda Abbasî, Ganî Mîrzo, Kawa Nemir, Mîrza Metîn, Bextiyar Elî û Engin Sustam dê beşdarî bernameyên mûzîk, axiftin, sînema û dramayê yên mîhrîcanê bibin.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî yek ji piştgirên mîhrîcanê ye. Mottoya mîhrîcanê risteyên Melayê Cizîrî ne: “Feyza me şuphê Nîl e, em Dîcle û Ferat in.”
Me ji bo agahiyên berfirehtir pirs ji yek ji avakar û endamên Chalak Eventsê, Tofan Sunbulî kirin wî bersiva pirsên bianetê da.
Pêvajoya amadekirina festîvalê çawa bû, we çi kir?
Pêvajoya vê festîvalê ev e nêzîkî 8 mehane dewam dike, lê bêrîya vê pêvajoyê, nasîna me û hevkarên (partnerên) me di meha Sibatê ya 2017an de li Ermenîstanê dest pê kir û paşê jî 4 hevalên Îtalî di meha Tebaxê ya heman salê de hatin Kurdistanê û em bi hev re li 4 bajarên Kurdistanê geriyan. Di wê rêwîtîyê de dostên Îtalyanî hunermendên Kurd nas kirin, bi niştecihên bajaran û navçeyan re sihbet kirin, dengên wan qeyd kirin, notên xwe nivîsîn û wêneyên wan cihan kişandin. Vê rêwîtîyê û dilgermîya Kurdan tesîreke gelek mezin li ser 4 hevalên Îtalî kirin. Paşê me ew ji Kurdistanê şandin Stenbolê û piştî du rojên Stenbolê jî ew vegerîyan welatê xwe, lê êdî ev çar kes ne ew çar kesên berê bûn, bi wê temasa dîtîn, bihîstin û guhdarîyê ew hatibûn guhertin. Yanî em dikarin bêjin ku bingeha vê festîvalê bêrîya 2 salan me li Ermenîstanê hate danîn.
Pîştî van meseleyan me di destpêkê de gote em ji bo komek muzîka Kurdî wek Chalak Eventsê li Torinoyê konsertekê li dar bixin, paşê jî bi danûstandina fikr û ramanan me gote em organîzasyonek mezintir û berfirehtir li dar bixin. Ji meha Îlonê û pê ve me dest bi amadekarîyên xwe kirin, em gelek caran ji hevkarên xwe yên Îtalî re li ser Skypeê axivîn, me roja festîvalê, beşdarên potansîyel diyar kirin. Hevalên Îtalî jî li Torinoyê mekan eyar kirin, her du alîyan hewlda ku ji bo festîvalê bûtçeyê peyda bikin. Li Stenbolê me çend hevdîtin pêkanîn û didu Kurdên xêrxwaz piştgirîya maddî wekî şexs dan me û li Fransayê jî Enstituya Kurdî ya Parîsê piştgirîya maddî da vê festîvalê. Hevalên Îtalî jî ji bo vê yekê li Kerkûk Cafeya Torinoyê şeveke ya xwarinê ji bo piştgirîyê (donation) li dar xist. Pîştî vê pêvajoyê em bi 9 mêvanên festîvalê re yek yek ketin têkilîyê. Bi rastî ev têkilî hinekê zor bû ji bo me, heta me nimre û maîlên van mêvanan peyda kirin em zêde westayîn, ji bo têkilîyê jî çend navan têkilî di navbera me de danî.
Lê ez dikarim bêjim ku pêvajoya herî dijwar peydakirina bûtçeyê bû, ji ber ku sazî û dezgehên me kêm in me nekarî em bûtçeyek li gorî dilê xwe ji bo festîvalê peyda bikin. Jixwe em hemû xwendekar û karker in.
Armancên we çi ne?
Armanca me ya herî bilind û berz ev e ku em Kurdan li cîhanê bidin nasîn, Îtalya gaveke mezin e ji bo vê armanca me. Deme me di destpêkê 5 xwendekarên Kurd yên li Stenbolê dixwîne platforma Chalak Eventsê avakirî me ev yek wekî vîzyon ji xwe re diyar kir, jixwe di bangewazîya çalakîyên me û afîşên me de jî em îngîlîzî ji bo ku xwe bigihînin cîhanê bikartînin. Heta îro me ev wekî zagon û prensîbekî her tim bicih anîye û em dê berdewam bikin. Piştî festîvala li Torinoyê (Îtalyayê) em ê hewl bidin ku li welatên din jî li dar bixin û festîvala Torinoyê jî em ê hewl bidin ku her sal di meha Nîsanê de bi hunermendên Kurdan re li dar bixin.
Armanca din ya vê festîvalê jî ev e ku di navbera nivîskar, muzîkjen, derhêner, akademîsyen û şanogerên Kurd û Îtalî de têkilîyek çêbe û li Îtalyayê lobîya Kurdan û naskirina wan xurttir bibe. Ligel vê yekê jî ciwan û xwendekarên li Ewropayê dixwînin di di vê festîvalê de werin gel êkûdu û bi vê sînerjîyê em ê karên baştir li Ewropayê li dar bixin. Heta niha me xwe gihandiye 34 xwendekarên Kurd yên li welatên Ewropayê dijin û dixwînin. Ji Swêdê, Elmanya, Îngîlîztan, Fransa, Îtalya û Avusturyayê ciwan dê werin vê festîvalê.
Aliyê îtalyayê kî ne, dê çi bikin?
Alîyê Îtalyayê 5 ciwanên wekî me aktîvîst û xwendekar in. Ev 5 ciwan dilxwaz û endamên sazîya bi navê Acmosê ne.
Komeka ciwanên dildar ên ji aliyên cida yên civakî, sala 1999ê Komeleya Acmosê ava kiriye.
Ew jî dê berpirsên vê festîvalê bin, wan otel û cihê mayînê ji bo hunermend û beşdaran re rezerve kirin, li bajarê Torinoyê danasîna vê festîvalê bi afîş û broşûran kirin. Mekanên ji bo festîvalê diyar kirin û girtin, bi Zanîngeha Torinoyê re ketin têkilîyê û Zanîngeh ji bo pêşkêşîya akademîsyen Ozlem Belçim Galîpê girtin. Wekî din dê mêvanan ji balefirgehê bigirin û wan bi cih bikin. Rojekê jî dê beşdaran li bajarê Torinoyê bigerînin.
Bi hevkarîya Acmosê, RetròScenayê û Comitato Salvagenteyê em wekî Chalak Eventsê vê festîvala bi navê “Mîhrîcana Derbirrîna Kurdî / Çanda Bêsînor (Cultural Sconfinate)” li dar dixin.
Tu dikarî behsa hestên xwe bikî?
Bi rastî ez û hevalên xwe em pirr bi kelecan û serbilind in ku ji alîyê ciwanên Kurd ve, Chalak Eventsê ve ev festîval tê li dar xistin. Ji roja ku min dest pê amadekarîya vê festîvalê kirî heta îro jî ev kelecanîya min dewam dike. Dema ez bi telefonê ji bo festîvalê li çend hunermendên Kurd gerayîm ew jî pirr kelacanî û kêfxweş bûn. Ez nikarim hestên xwe baş pênase bikim, ji ber ku bi min ev kar û xebat tişteke gelek hêja, biqîmet û dîrokî ye, xeyalek bû lê îro bû rastî. Tişta ji vê xweştir nîne û pê serbilind im ku perçeyek yê vê festîvalê me. Hêvî dikim ku dilopek jî be em ê bikarin Kurdan li cîhanê bidin nasîn û piştgirîya çandê û zimanê Kurdî bikin.
(MB)