Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dicle Çiftçiyê pêşangeheka wêneyan vekiriye. Bi pêşangeha xwe rêyekê ji bo minaqeşeyên li ser spehîbûn û maqûlbûnê vedike.
Her dem ew hest li nik jinan tê peydakirin ku divê ew spehî bin. Jinên spehî di heman demê de jinên maqûl in jî. Erê yên ne maqûl çawa nin?
Qusûr
Dicle Çiftçi:
“Pêşiyê ez û paşê hemî jinên ez nas dikim ji dereka xwe nerazî ne. Bi taybetî ji ber guvaşa li ser jinan ew her dem xwe û jinên dî didanin ber hev.
“Ji ber wê jinên min ji li dijî hêmaya bêqusûrbûnê ne û li ser hêmaya temamnebûnê disekinin. “
Krîza ji-xwe-ne-baweriyê
“Di wêneyên min de krîza ji-xwe-ne-baweriyê ya dema jin li neynikan dinêrin heye.”
Têgeha spehîtîyê
Çiftçî ji sala 2012ê ve di berhemên xwe de cih daye têgeha spehîtîyê. Ew demekê dirêj e ku li ser portreyan dixwebite. Hin pêşangehên wê ev bûn: Rêzewêneyên jinên memik-biçûk û rêzewêneyên jinên qelew.
Pêşangeh dê heta 12ê Adarê vekirî be. Navnîşana pêşangehê ev e: Galeri/Miz, Hüsrev Gerede Cad. Deniz Apt. No:64 Teşvikiye, İstanbul.
(EA/HK/MB)