Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
91em Xelatên Oscarê ango Akademiyê bi merasîmekê hatine belavkirin. Xelata Filmê Herî Serkeftî dane “Green Book”ê. Alfonso Cuarónî bi filmê xwe yê bi navê “Roma”yê, Xelata Derhênerê Herî Serkeftî wergirtiye. Xelata Lîstikvana Herî Serkeftî dane Olivia Colmanê, Lîstîkvanê Herî Serkeftî jî dane Rami Malekî.
Filmê bi navê “Bohemian Rhapsody”yê di çar beşan de xelat wergirtiye û bûye filmê ku herî zêde xelat standiye. Di beşa Lîstîkvanê Herî Serkeftî, Pevxistina Herî Serkeftî, Pevxistina Dengan a Herî Serkeftî, Mîksaja Dengan a Herî Serkeftî de xelat dane “Bohemian Rhapsody”yê.
Filmê “Roma” di 10 beşan de ketiye pêşbirkê lê tenê di sê beşan de xelat dane wê: Filmê Herî Serkeftî ê Bi Zimanên Biyanî Hatiye Çêkirin, Sînematografiya Herî Serkeftî û Derhênerê Herî Serkeftî.
Herweha Black Panther, filmê Marvelî jî sê xelat standiye: “Mûzîka Resen a Herî Serkeftî, Sêwirandina Cil û Bergan a Herî Serkeftî, Sêwirandina Produksiyonê ya Herî Serkeftî.
Mahershala Aliyî bi rola xwe ya di filmê “Green Book”ê de Xelata Lîstîkvanê Alîkar ê Herî Serkeftî standiye ku Aliyî sala 2017ê jî di filmê “Moonlight” de lîstibû û heman xelat standibû.
Merasîma xelatdayinê li Şanoya Dolby ya Los Angelesê hatiye çêkirin. Ji ber tweetên homofobîk ên Kevin Hart, lîstikvan û nivîskarê amerîkî, merasîma xelatdayînê bêpêşkeşvanan hatiye bi rê ve birin. Hatiye bu aşkerekirin ku Hart di merasîmê de wê pêşkêşvaniyê bike. Lê piştî bertekan ev biryar hatibû guhertin. Li gorî vê encamê, di nava 30 salan de cara yekê ye ku merasîma xelatdayînê bêyî pêşkêşvan hatiye çêkirin. (HA/FD)