Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Edeneyê bi hinceta ku ewlehiya civakê dixe bin xetereyê, Rojên Şanoyên Kurdî qedexe kiriye. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Edeneyê ev bername amade kiriye.
Bernameya şanoyan wê di navbera 10 û 13ê Sibatê de bi rê ve biçûya û di nava bernameyê de şanoya bi navê Tartûffe ya Şanoya Bajêr a Amedê, şanoya bi navê Tenê ez ya Teatra Jiyana Nû û şanoya bi navê Kozik a Tiyatro Mencelê hebû. Derbarê biryara qedexekirinê de li Stenbol, Edene, Amed û Wanê di heman demê de civînên çapemeniyê çêbûn.
Şanoger Ozcan Ateşî li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê daxuyanî xwend. Ateşî got ku, “Me yê îro (10ê Sibata 2019ê) li Sahneya Yaşar Kemal a Edeneyê şanoya bi navê Tartuffe ya Moliere-î bilîsta. Niha divê em li ser dikê bûna lê em neçar in ku civîna çapemeniyê çêbikin.”
Ateşî destnîşan kir ku Rojên Şanoyên Kurdî ji hêla rêxistina HDPyê ya li Edeneyê hatiye amadekirin û wê di navbera 10 û 13ê Sibatê de bi rê ve biçûya, lê hatiye qedexekirin. Ateşî wiha berdewam kir: “Û li bajarê Edeneyê ku bi hezaran kurd li vir dijîn. Walîtiya Edeneyê ‘ji bo ewlehî û aramiya di nava sînorên bajêr de û parêzbendiya kesan, tenduristiya civakê’ biryara astengkirina şanoyên me girtiye. Em şaş man? Helbet na.”
Ozcan Ateşî her weha diyar kir ku zêdetirî du salan e qedexeyeke nav lê nehatiye kirin li ser wan tê meşandin û “li ser şanoya bi kurdî sansureke veşartî heye.” (BD/HA/FD)