Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sopranoya kurd Pervîn Çakarê çend roj berê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand û got ku wê “Operaya La Nuit Kurde” (Şeva Kurdan) a Alexandre Tansmanî bi dest xistiye ku di navbera salên 1926 û 1928ê de hatiye çêkirin.
Li ser vê rewşê min ji Pervîn Çakarê xwest ku derbarê vê operayê de hin zanyariyan bi min re par ve bike.
Him çîroka operayê him jî çîroka bidestxistina wê ya ji hêla Pervîn Çakarê gelekî balkêş e.
Bixwîne - Jiyana Leyla Bedirxanê dê îro bi dansa “Leyla”yê bê nîşandan
Çakarê got ku li gorî lêkolînên wê kirine, yekem operaya li ser kurdan hatiye amadekirin a ku tê zanîn ev e.
Opera di dema ku hatiye çêkirin de ji bo pêşkêşkirina li ser dikê tê amadekirin, hin hewldan tên kirin. Lê li gorî zanyariyên ku malbata Alexandre Tansmanî daye, wê demê desthilatdariya Naziyan Operaya Hannoverê dişewitîne û notayên orkestrayê jî di wî agirî de dişewitin. Yên li ber dest in notayên ji bo piyanoyê hatine amadekirin e. Çakar got ku, heke ew derfet çêbibin, li gorî van notayan, ew dikarin notayên orkestrayê jî ji nû ve binivîsin.
Min him li ser operayê him jî derbarê nêrîna hunermendên kurdan a li ser muzîka klasîk a rojava de hin pirs ji Pervîn Çakarê kirin. Va ye bersivên wê:
- Çend roj berê we li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsand û we got ku kopyayek “Operaya “La Nuit Kurde-Şeva Kurdan” we bi dest xistiye ku di navbera salên 1926 û 1928ê de ji Alexandre Tansmanî besteya wê çêkiriye, Jean-Richard Blochî jî librettoya wê nivîsandiye. Çi girîngiya vê operayê heye? Ji taybetmendiya wê heye ku bala we kişandiye?
Alexandre Tansman, sala 1897ê li Polonyayê ji dayik bûye. Bestekar û piyanîstekî cihû bûye. Di jiyana xwe de her êş û azar kişandiye û hatiye sirgunkirin. Ji Polonyayê çûye Fransayê paşê jî çûye Amerîkayê. Ji wir jî dîsa vegeriyaye Fransayê. Ev demeke dirêj e ez li ser berhemên Muzîka Klasîk a Rojava yên li ser kurdan hatine çêkirin lêkolînê dikim. Min digot gelo ti berhemên opera, senfonî yan jî baleyê yên li ser kurdan hatine çêkirin hene yan na. Dema min dît ku besteya operayekê ya bi vî awayî hatiye çêkirin, min bi heyecaneke gelekî mezin dest bi lêkolîna vê kir. Bi rêya emailê min xwe gîhand her du keçên Tansmanî. Li Parîsê dijîn. Bersiva min dan û ez bi vê gelekî bextewar bûm. Min daxwaza notayên operayê li wan kir. Ji min re gotibûn ku destnivîsa notayên operayê li gel wan e. Ji bo ez bikaribim biçim Parîsê fotografên notayan bikişînim destûr dane min.
"Opera ji 3 perde û prologekê pêk tê"
Opera ji 3 perde û prologekê pêk tê. Lê armanca min ne kişandina fotografên vê operayê bû. Min dixwest nota bi awayekî rêkûpêk li ber destên min bin da ku ez bikaribim di arşîvê de bihewînim. Him jî ji bo bê lîstin ez serî li hin şanoyên girîng bidim, min dixwest li ber destê min bin. Piştî vê daxwazê malbat li gel weşanxaneya notayên muzîkê ya bi navê Eschigê têkilî danî û ji wan daxwaz kir ku notayan ji min re bişînin. Berhem di navbera salên 1926 û 1928ê de hatiye amadekirin. Mijara wê ji ber romana bi navê “La Nuit Kurde” (Şeva Kurdan) ya Jean Richard Blochî hatiye girtin ku ev nivîskar jî bi xwe cihû bûye. Yanî gotinên operayê ango libretto ji ber vê romanê hatine girtin. Ve roman bi fransizî hatiye nivîsandin, paşê jî bi ingilîzî û almanî hatiye çapkirin. Her weha Weşanxaneya Avestayê ew bi navê “Kürdistan’da Bir Gece” (Şeveke li Kurdistanê) weşandiye.
Li gorî lêkolînên ku min kirine, ez dikarim bibêjim ku ev operaya yekem a ku li ser kurdan hatiye nivîsandin e.
Karakterên esasî di operayê de ev in: Evanthia ( Keça Katsantanesî) Dramatik soprano, Amine (hevjîna Saadî) mezzo- soprano, Adîle (Xizmetkara Amîneyê) hizmetçisi soprano, Hélène (Hevjîna Katsantanèsî) soprano, Saad-ténor, Katsantanès (Kurdê arîstokrat ê li qesrê) Bas, Selîm (Serekê kurdan) Bas, Nidham-ténor, Nouroulla-ténor, Bihraw-ténor, Soumo-Bas, Markos-ténor, Zomaïa-ténor, Khelpo-ténor (Kurdekî arîstokrat ê lu qesrê), Mirzo (kurdewî ciwan) Kontralto, Le Soufi (Derwêşş) Bas. |
- Opera behsa çi dike? Hûn dikarin ji me re behsa naveroka wê bikin?
Mijar li gundekî Nastûriyan derbas dibe. Behsa şerê di navbera eşîreke kurdan ku serekeşîr kesê bi navê Saad e û rûniştvanên vî gundî de dike. Têkiliya di navbera du civak û olên cida de di operayê de hatiye nîşandan. Evîn, têkoşîn, şer û tiştên din mijara sereke ya vê operayê ye.
Bixwîne - "Dansa dawiyê" ya Leyla Bedirxanê
- Di cîhana muzîkê de, ango di cîhana operayê de ev berhem çiqas tê zanîn? Her weha bestekar çiqas navdar e? Gelo ev opera li ser dikê hatiye pêşkêşkirin?
Alexandre Tansmanî bêhtir bi besteyên ku bi klasîk gîtar, piyano û muzîka li mekanên biçûk tên çêkirin hatiye nasîn. Ji bo pêşkêşkiran vê operayê di sala 1930î de hewldanek çêbûye. Lê ji ber ku dema desthilatdariya Naziyan bûye, hewldan ne baş bi encam bûye. Keçên Tansmanî îdia dikin ku notayên ji bo orkestrayê hatine sazkirin yên vê operayê, di dema şewitandina avahiya Orepaya Hannoverê (Almanya) de şewitî bin. Ji ber wê ev opera hîna li ser ti dikên şanoyê nehatiye pêşkêşkirin.
- Ji bo pêşkêşkirinê hûnê çi bikin? Wê ti hewldaneke we hebe? Yan jî divê çi bêkirin?
Ji bo pêşkêşiya wê divê bala tiyatro û endustriya operayê bikişîne ser xwe. Karekî profesyonel jê re divê, lewre pêşkêşiya wê zehmet e. Ji hêla aboriyê ve jî wê şanoyan tengezar bike. Helbet ez ne bêhêvî me. Ji bo pêşkêşkirinê divê hin hewldan bên kirin.
- Hûn bi muzîka klasîk a rojava re mijûl dibin. Hûn dikarin ji me re behsa têkiliya kurdan û muzîka klasîk a rojava bike? Hunermendên kurd çiqas bala xwe didin vê muzîkê? Di qada cîhanê de xebatên hunermendên kurdan ên bi vî çiqas tên zanîn?
Çanda kurdan bi wêje, muzîk û dansên xwe ve çandeke gelekî dewlemend e. Gelek hunermend hene ku perwerdeya muzîka klasîk a rojava xwendine. Lê heta niha gelek kêm beste hatine çêkirine û xabeteke gelek hindik a muzîkjenan çêbûye. Di forma muzîka folklorî de gelek berhem hatine dayîn. Lê ev di formên muzîka rojava de ango weke opera, senfonî, konçerto, oratoryo, kantat û yên din de nehatine amadekirin.
Bestekar ango muzîkjenê muzîka klasîk divê, destpêkê çanda xwe bizanibe û teşeyê li gorî vê bide muzîka xwe. Bestekarê polonyayî Chopîn bi saya polonezên xwe bûye Chopîn. Her weha bestekarê almanî Brahms jî bi saya stranên folklorî yên almanî bûye Brahms. Her bestekar tekez di bin bandora gelekî, civakekî, bûyerekê de dimîne. Lê ya herî normal ew e ku çavkaniya bestekaran çanda wan be û ew bestekar xizmetê ji çanda xwe re bikin. Ez dikarim navê Dilşad Said, Hawar Tawfîq, Brahîm Şêxo û Abdullah Jamal Sagirmayî weke bestekarên kurd destnîşan bikim.
- Em hinekî behsa xebatên we bikin. Demeke berê we strana “Ay Dilberê” xwend. Ligel xebatên we yên li ser muzîka klasîk a rojava, hûn hin stranên bi kurdî jî li gorî vê formatê dixwînin.
Hunera operayê hişt ku ez xwe nêzîkî çanda xwe bikim. Ez dibêjim, di serî de divê muzîkjenek muzîka xwe bizanibe. Tiştê gelekî xwezayî bû ku straneke gelêrî bi orkestrayekê, li gorî tenkîka operayê bistirêm. Lê gelek kesan cara pêşiyê bu ku li vî tiştî guhdar dikirin. Ji ber ku muzîk û zimanê wan bû kêfa wan jê re dihat. Dema vê bi çelloyê, bi flutê, bi keman û di awazên operayê de dibihîzin, kêfa wan tê. Ev dihêle ku muzîkeke nû derkeve holê. Di rastiyê de muzîkjenên kurd ên li Iraq, Sûriye û Îranê xebatên bi vî awayî ji zû de ye dicirebînin. Di roja me de têgihiştina muzîkê li gorî şert û mercên demê diguhere. Di rastiyê de bandora her serdemê li ser muzîkê çêbûye. Ji ber rewşa siyasî, civakî û erdnîgariyê her serdemê şêweyeke muzîkê derketiye pêş. Ez ê stranên bi kurdî li gorî teknîka operayê bistirêm. Di vê de ez ê berdewam bikim. Heta min hin ji wan xistin nava bernameyên konsertên xwe. Ez bi hin bestekarên kurd re kar dikim. Li cîhanê gelek hunermendên ku muzîka klasîk a rojava çêdikin, di konsertên xwe de stranan bi zimanên xwe û yên çanda xwe distirên. Ev reseniya wan nîşan dide. Min jî xwest vê reseniyê nîşan bidim. Dema li cîhanê muzîka Mozartî lê dikeve, çima stranên gelêrî yên ji ber helbestên Feqiyê Teyran an jî helbestvanên din ên kurd hatine derxistin, yên dengbêjan diyarî dane muzîka kurdî neyên gotin.
Derbarê Alexandre Tansmanî de(12 Hezîran 1897 – 15 Çiriya Paşiyê 1986) Bestekar û piyanîstê Polonyayî ku bi eslê xwe cihû ye. Pêşiyê li Polonyayê jiyana xwe bihurandiye ku li vir dest bi xwendina xwe ya muzîkêkiriye. Sala 1938ê bûye hemwelatiyê Fransayê. Piştî çûye Parîsê li wir perwerdeya muzîkê berdewam kiriye. Piştî ku Hîtler bûye desthilatdar, bi alîkariya hevalê xwe Charlie Chaplinî çûye Amerîkayê. Li wir jî xebata xwe ya muzîkê berdewam kiriye. Herê hindik ji bo sê filman beste amade kiriye. Piştî şer vegeriya ye Parîsê. Sala 1986ê li Parîsê miriye. Besteya 7 operayan çêkiriye ku yek ji wan jî “Şeva Kurdan” e. Her weha 11 bale, 6 oratorio, 80 rûpelên orkestrayê (tevlî 9 senfoniyan), bi giştî 300 berhem çêkirine. * Wikipedia |
Derbarê Pervîn Çakarê de
Li welatên weke Îtalya, Tirkiye, Îspanya, Arnavutluk, Kosova, Almanya, Hollanda, Avusturya, Fransa û Rusyayê gelek konser dane û di operayan de cih girtiye. Sala 2011ê beşdarî 28em Pêşbirka Operayê ya Maria Canigliayê ya Navnetewî bûye ku li bajarê Sulmona yê Îtalyayê çêbûye. Li vir bûye yekem. Xelatên din ên ku wergirtine: Sala 2011ê "Xelata Taybet a Dengên Herî Baş ên Jinan" a Weqfa Lotte Lehmanî li New Yorkê Sala 2012ê de Paris Accademie Disque du Lyrique-ê hêjayî xelata "dengê herî baş ê jinan" a Grand Prix Leyla Gencer Altın Orfeo ( Orfee D'or ) Sala 2012ê "xelata dengê jinan a herî baş" a Weqfa Operayê ya Semiha Berksoyê Sala 2013ê "Hunermenda operayê ya herî baş" a 4em Xelata Muzîka Klasîk a Andante Donizetti |
(FD)