Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêşkêşvanê dernameya dayina Xelata Oscarê dê Kevin Hart ba. Ji ber Twîtên wî yên homofobîk Akademiya Zanist û Hûnerê biryar daye ku bername dê bêpêşkêşvan be.
Akademiya Zanist û Hûnerê ya DYAyê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji sala 1929ê ve Xelatên Oskarê dide.
Akademiyê ji Hartî xwestiye ew lêborînê bixwaze lê wî qebûl nekiriye. Li ser vê yekê akademiyê biryar daye ku bername dê bêpêşkêşvan be.
Xelat dê 25ê Sibatê(meha duyem) bê dayin.
Li gor nûçeyeka kovareka bi navê Variety ya DYAyê lîstikvanên navdar dê bi dorê biçin ser dikê û navê wan kesên xelat standîn bixwînin.
Xelatên 2018ê
Xelatên 2019ê dê 25ê Sibatê bêne eşkerekirin. 2018ê xelat ji bo van berhem û kesan hetibû dayin:
Fîlmê herî baş: The Shape of Water
Derhênerê herî baş: Guillermo del Toro (The Shape of Water)
Lîstikvana jin a herî baş: Frances McDormand (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)
Lîstikvanê mêr ê herî baş: Gary Oldman (Darkest Hour)
Jina lîstikvana alîkara serlehengan a herî baş: Allison Janney (I, Tonya)
Mêrê alîkarê serlehengan ê herî baş: Sam Rockwell (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri)
Senaryoya xweser: Get Out (Jordan Peele)
Senaryoya herî baş ji kitêban hatî çêkirin: Call Me By Your Name (James Ivory)
Fîlmê anîmasyon a herî baş: Coco
Fîlmê bi zimanê biyanî yê herî baş: A Fantastic Woman (Şili)
Belgefîlma herî baş: Icarus
(PT/MB)
Çavkanî: Variety, Washington Examiner.