5. Fîlmefestîwala Navneteweyî ya Dihokê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
6. Filmefestîwala Dihokê ya Navneteweyî dê 20-27ê Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê-Iraq bê pêkanîn.
Posterê festîvala xwe ya 2018ê destnîşan kiriye ko ji aliyê Yana Vekinsha ya behremend ve hatiye dîzaynkirin, bi dahênanekê ko derbirînê ji sîmayê îsal ê festîvalê dike ko Çavkên Kamîreyên Jinan e.
Gelek fîlmên kurdan û yên bîyaniyan dê beşdarî festîwalê bibe.
Tahsîn Ozmen derhênerekê ji Cizîra Botan e. Kurtefîlma wî ya bi navê “Pantor” jî dê li festîwalê bê nîşandan.
Ozmenî ji bianetê re got:
“Di sala 2015ê de min yekem kurtefîlma xwe çêkir. Kurtefîlma min a bi navê ‘Mast’ li festîwala Dihokê xelata kurtefîlma herî baş stand. Ji bo derhênerên nû festîwalên bi vî rengî derfeteka mezin e. Em dixwazin berhemên me bêne dîtin û rê li ber me vebe. Festîwala Dihokê ev yek ji min re kir.”
Ozmenî 2017ê digel 3 lîstikvanan xelata lîstikvanê herî baş standiye
Kurtefîlmên kurdî
Li gor malpera duhokiff.com kurtefîlmên kurdî yên ku dê bêne nîşandan ev in:
Filmê Penteronê (TROUSERS) me dibe gundekê biçûk ê [Cizîra Botan] mêrekê bi navê Dilo biryarê dide ko ji bo cara yekê biçe bajarî. Wî tenê arêşeyek heye; qanûna nûdemkirinê li Tirkyayê ji mêran dixwaze ko li dû pîverên Avropayê li bajarî penteronan li xwe bikin û şewqeyan dabinin ser serên xwe. Diloy çi yek ji wan nînin.
Li Xala B6ê (IN B6 POSITION) çîroka zindaniyekê Kurd e li Îranê ko bi mirinê li saet 5ê hatiye sizadan. Ew biryarê dide ko bireve, nizane ko metirsî li pişt dîwarên stûr ên zindanê li benda wî ne.
Welatek Hebû (THERE WAS A COUNTRY) çîroka pîrejinekê û neviyên wê vedigêre ko bizavê dikin di verêja xirab a şerê Suryayê da zindî bimînin.
Dûratiya Navbera Me (THE DISTANCE BETWEEN US) çîroka evîna jin û mêrekên zewicî, Şirîn û Ferhad, vedigêre ko zewaca wan bizehmet e. Her roj arêşeyên biçûk mezin dibin û her çende di eynî xanî ve dijîn, biryarê didin ko herdem tenê nemînin.
Filmê Daybabên Rojbûnê (BIRTHDAY PARENTS) zehmetiyên wê yekê vedikole ko mirov di civakeka pirrferhengî da bibe semyan. Ji bo malbateka Kurd a mişext, tiştek ji hebûna xwe bizehmettir dixuyêt; gêrana ahenga rojbûna dota wan a 9 salî ye.
Çavikê Kamêreya Jinan
Bernameya berîkaneya kurtefilmên sînemaya cîhanî îsal dê ronahiyekê li ser sîmayê Çavkên Kamîreyên Jinan biçirisîne. Filim dê wan serpêhatiya vebigirin ko bi rengên cida cida li ser berxwedana jinan in, her wisa berhemên nîşandanê ko ji aliyê jinan ve hatine çêkirin.
Di Rastkirinê (RETOUCH) da, jineka Îranî rastî hilbijartinekê hatiye ko bi çavên xwe dibîne mêrê wê bi rûdaneka neçaverêkirî ra xebatê dike.
Her du jin di Belkî Evro (PERHAPS TODAY) yê Nadine Asmar û Lotis (LOTUS) yê Mohammadreza Vatandoust bêriya dilkevtiyên xwe yên winda dikin, ko ji ber şert û mercên siyasî winda bûne. Maryêla (MARIELA), ji derhênana Victoria Romero ya nijad Ercentînî, bîrhatineka taybet a çîroka dilşewata dadoka wê ye.
Di Bestiyê (ICE) da, filimçêkerê ciwan Anna Hints peywendiyeka bab û pisan (kuran) vedikole ko li dîmenê sext ê Estonyayê hatiye çê kirin. Sarah Veltmeyer peywendiya navbera du birayan li gundekê biçûk ê Kosovoyê nîşan dide, ko bi hezên xwe yên taybet û astengên civakî ra xebatê dikin, di filmê KEM HOLIJANDAyê da.
Li dawiyê, di filmê xwe Keskê (GREEN) da, derhêner Suzanne Marie Andrews bala me radikêşe ser şert û mercên dijwar û xeter ên jiyana du birayên Tirk ên nebelgekirî ko li Amerîkayê dijîn û mezintirîn gef li ser wan polis in.
Çavkên Kamîreyên Jinan di Berîkaneya Belgefilmên Sînemaya Cîhanî da
Bernameya Berîkaneya Belgefilmên Sînemaya Cîhanî îsal dê ronahiyekê li ser sîmayê Çavkên Kamîreyên Jinan biçirisîne. Ew film dê serpêhatiyên bergiriya jinan bi rengên cida cida vebigire, her wisa nîşandana berhemên ko ji aliyê jinan ve hatine çêkirin. Ev hilbijartiya li xwarê serpişkeka vê bernameyê ye:
BOYS WHO LIKE GIRLS çîrokeka rahatinê ye di encama destdirêjiya koma bedkaran a nenavdar a Delhiyê li sala 2012ê da û rabûna bizava #MeTooyê. Erê nifşê Vedê yê kuran dê bibe yekemîn ko birastî kiçan biecibîne?
THE POETESS çîroka jineka Siudî ye ko delîveyekê dibîne ko li dijî dijwarîtiya olî biaxive û ji bo Îslameka aştîxwaz li ser TVyekê derdikeve û ji aliyê bi milyonan kesan ve li rojhilata navê diêt temaşakirin. Ev çîroka Hissayê ye.
COMMANDER ARIAN jiyana jinekê dibêje ko ji bo xewnekê dixebite: azadî ji bo nifşê nû yê jinan. Ew endamekka YPJyê ye, Yekeya Parastina Jinan, leşkerê tev-jin li Suryayê şerî dike li dijî bitirstirîn û hovtirîn dijminê hemiyan: Daişê.
Fîlmên biyanîyan
Deh fîlmên bîyanîyan dê bêne nîşandan.
AMÉRICA çîrokeka balkêş a sê birayên bikêrnehatî û dapîra wan a 93 salî ye ko li Meksîkoyê dijîn. Dema ew bira dikevin nav pareyî û berpirsyarîtiyê, pirsyarên giran dikevin pêşiya wan – kî biryarê dide çi ji Amerîkayê diêt? Û heta kengî ew dê bikarin jiyana xwe gorî çavdêriya wê bikin?
ISLAND OF THE HUNGRY GHOSTS li dû Poh Lin diçe ko dixtorê tiromayê ye û bi lêgerên penagehan re diaxive ko herdem li navendeka nehiştinê ya baş-tena, bizavê dike ko di rewşekê da arîkariiya wan bike ko zêde tengav in.
Rabûn li Belgiradê li sala 1969ê, HOTEL JUGOSLAVIJA cihekê efsaneyî bû, her du nîşan û bîner ji bo wê demê ko xerîteya Yogoslavyaya berê dikêşa. Bi vê geriyanê ra di dem û valahiyên wî avahî da, derhêner komeka binhişiyan vedikole û her wisa parên nasnameya xwe bi xwe jî.
“Berîkaneya kurtefilmên cîhanî ya 6emîn filmefestîvala Dihokê ya navneteweyî”
Berîkaneya îsal a kurtefilmên sînemaya cîhanî dê mêvandariya bendeka 10 filmên berçav û hizir-livîner ên derhênerên kevin û yên nû ji sertaserê dinyayê bike. Desteyekê ji bernameyê li xwarê bibîne.
Anisa Sabri, derhênereka ciwan a Tajîkistanê ye filmê xwe, Giryana Sazê (THE CRYING OF TANBUR) pêşkêş dike ko Hafiz di navbera şerî û operasyonên leşkerî yên di rêzê da bi nihêniyên hindirîn ra xebatê dike.
Bi berhemê xwe ra, Birayê Min Amal (MY BROTHER AMAL), derhêner Christopher Wollebekk me vediguhêze navendeka çavdanê ya kêmaniyên bêkes li Nerwîcê ko du bira bizavê dikin jiyana balnideyekê birîndar biparêzin ko jiyana wan bi xwe vebestî û bendkirî ye.
Di Rastkirinê (RETOUCH) da ko ji derhênana Kaveh Mazaharî ye, jineka Îranî her wisa di şert û mercên bendkirî da dijît, dema ew ji nişkan ve rastî biryareka bizehmet dibe ko bi çavên xwe rûdaneka neçaverêkirî dibîne.
Derêhnerê ciwan, Harry Lighton, bi filmê xwe Kurên Çirzink (Wren Boys) ber bi bakurî ve vedigere Îrlendayê ko qeşeyekê Katolîk li roja piştî Kirîsmasê birazayê xwe dibe zindanê.
(MB)
Çavkanî: bianet û duhokiff.com