Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) yê berê, Selahattîn Demîrtaşî li Girtîgeha Edirneyê besteyek nivîsîye û Azad Bedranê hûnermen bi besteya wî stranek gotiye. Navê stranê “Aç Kaldık Özgürlüğe” ye(Em birçîyên azadiyê ne).
Çîroka stranê
Di dema kampanyaya ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de, Azad Bedranî strana “Korkma, Bağır(Netirse biqêre)” digel keçên Demirtaşî û hevsera wî gotibû.
Li gor nûçeya GazeteDuvarê ya Vecdi Erbayî, poştî gotina stranê Demirtaşî ji Azad Bedranî xwestiye ew dersa mûzîkê bide keçên wî. Stranbêjî jî xwestiye ew besteyeka Demirtaşî bistire.
Demirtaşî li girtîgehê beteyeka xwe gotiye, hevsera wî Başak Demirtaşê qeyd kiriye û daye Azad Bedranî.
(EK/EKN/MB)