Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Belgefilma bi navê “5 No’lu Cezaevî: 1980-84” (Girtîgeha Hejmar 5ê: 1980-84) di salvegera 38emîn a derbeya 12ê Îlonê de li ser înternetê wê bê nîşandan. Derhêner Çayan Demîrelî belgefilm sala 2009ê kişandiye. Belgefilm wê li ser malpera bi navê vimeoyê di kanala Surela Filmê de bê nîşandan.
Belgefîlm bûyerên li girtîgehê qewimîne, piştî 30 salan ji şahidan bi xwe neqil dike.
Çayan Demîrelî ji bo belgefîlma xwe gotiye “ji bo bi dîrokê re rû bi rû bibim min kişand.” Di belgefîlmê de girtî hem behsa îskenceyên dîtine dikin, hem jî behsa trawmayên ku wan îskenceyan li ser wan hiştine.
Di girtîgeha ku Serpel Esat Oktay Yıldıran (rêvebirê girtîgehê bû) bi peyva “dibistan”ê bi nav dikir de gelek kes ji ber îskenceyan mirin û ji bo îşkenceyê protesto bikin 4 kesan jî xwe şewitandibû. Gelek girtîyên ku wê demê di Girtîgeha Amedê de mane trawmayên derûnî û fîzyolojîk derbas kirine.
Di begefîlmê de 40 hevpeyvîn cî digrin
Ji bo belgefîlmê nêzî 80êyî hevpeyvîn hatine kirin, ji wan jî 40 hevpeyvîn hatine hilbijartin.
Ji bo fîlmî ji Wezareta Edaletê destûr hatibû standin û di Girtîgeha Amedê de hatibû kişandin.
Siyasetmedarên wek Ahmet Turk û Tarik Ziya Ekinci jî hin ji wan kesan in ku di filmî de jî cî girtine. Herweha di filmî de karîkatorên karîkatorîst Zulfîkar Takî jî hene.
Ev belgefîlm di Festîvalên wek 46emîn Festîvala Filman a Altin Portakal, 42yemîn xelatên SİYADê û di 21emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî a Enqereyê de wek “Film-belgefîlma herî baş” hatiye xelatkirin.
Kunye
Derhêner: Çayan Demirel
Produktor: Ayşe Çetinbaş
Produksiyon: Surela Film Yapım
Derhênerê Dîmenan: Koray Kesik
Montaj: Burak Dal
Muzîk: Ahmet Tirgil
Di 2009an de hatiye çêkirinı, 97 deqîqe ye.
* Hun dikarin ji vir temaşeyî belgefîlmê bikin.
(AS/VU/FD)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî