Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Stranbêjê Cezayirî Rachid Taha, dema li mala xwe ya li Parîsê di xew de bûye, dilê wî sekiniye û miriye. Rachid Taha sala 1981yê koma xwe ya bi navê Carte de Séjour (Destûra Rûniştinê) ava kiriye û dest bi muzîkê kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Le Parisienê malbata Tahayî zanyariya mirina wî belav kiriye.
Taha, tevlî malbata xwe dema 10 salî bûye koçî herêma Alsaceyê ya Fransayê kiriye. Stranbêj bi stranên xwe yên şêweyê Raiyê navdar bûbû.
Mafên penaberan mijarên stranên wî bû
Strana bi navê “Douce France” (Fransaya Şêrîn) sala 1986ê ji hêla Jack Lang Wezîrê Çandê li Meclîsa Netewî ya Fransayê hatibû guhdarkirin. Ev stran li ser mafên penaberan bû û bi koma xwe ya pêşiyê amade kiribû.
Stranê hiştibû ku dengê penaberan û koma wî ya muzîkê bigihêje eniya dijberên penaberan.
Rachid Tahayî sala 1989ê dest pê kir ku bi tena serê xwe bistirê. Vê salê albuma xwe ya bi navê “Barbès” derxistiye û li dîskoyên Fransa û Îngiltereyê gelek caran hatiye guhdarkirin.
Di strana bi navê Voila Voile ya di heman albumê de wiha digot, “Tu, biyanî, tu sedema hemû pirsgirêkan e”.
Yek ji stranên ku wî li cîhanê herî zêde navdar kiribû ya bi navê “Ya Rayah” bû. Ev stran di sala 1970yî de hatibû gotin lê Taha ji nû ve aranje kiribû û xwendibû. (PT/FD)