Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doclisboa ’18 îsal dê di navbera 18-28ê Çiriya Pêşiyê de li Lîzbonê, paytexta Portekîzê bê lidarxistin.
Rêvebirên Doclisboayê îdia dikin ku dê li vî bajarî mazûvanîyê ji bo hemû dinyayê bikin. Festîvala li Lîzbonê ya îsal cîyekî berfireh daye xebatên ku li der û dora Çemê Feratê û li ser Çemê Feratê hatine çêkirin.
Hate eşkere kirin ku dê fîlmê Yılmaz Guneyê ku hîn jî li hawîrdorê Dinyayê bi hurmet û rêzdarî tê bi bîr anîn jî di festîvalê de hebe. Filmê wî yî kult ê bi navê ‘Yol’ ango “Rê” dê di beşa Sailing the Euphrates, Travelling the Time of the World de cî bigre. Yılmaz Guneyî bi‘Yol’ê di sala 1982yan de di festîvala fîlman a Cannesê de xelata Palmîyeya Zêr jî standibû.
Yılmaz Guneyî senaryoya vî filmê xwe di girtîgehê de nivîsî bû û her weha heta di girtîgehê de bû bi dîrektîfan li derve dabû kişandin. Piştî kişandina fîlmî temam bûbû jî di roja xwe yî destûrê de revîyabû Fransayê. Melîna Mercourî alîkarîya reva wî kiribû ku wî wextî Wezîra Çandê a Yewnanîstanê bû. (MT/ÇT/VU/FD)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî