Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dema serlêdana Fona Filmên Nû dest pê kiriye. Heta 15ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê kesên bixwazin dikarin serî li vê fonê bidin.
Fon wê piştgiriyê bide belgefilmên metrajkurt, metrajnîvek û metrajdirêj. Di beşa metrajdirêj û metrajnîvekê de wê piştgirî ji bo pêşxistin, produksiyon û post-produksiyonê bê dayîn. Di beşa metrajkurt de jî wê tenê piştgiriyê bidin produksiyon û post-produksiyon.
Nirxandina serlêdanan wê di du qonaxan de çêbibe. Di qonaxa yekê de lijneya nirxandinê ya destpêkê nirxandinekê bike ku ev lijne ji hevkarên ku fon avakirine û şêwirmendan pêk tê. Di qonaxa duyem de jî wê ji hêla juriyê ve werin nirxandin.
Pêvajoya nirxandinê dibe ku piştî dema serlêdanê qediya bi du sê mehan biencam bibe.
Fon bi hevkariya Anadolu Kultur û Festîvala Filman a Serbixwe ya !f İstanbolê di sala 215ê de hatibû avakirin. Weqfa Civaka Vekirî piştevana bingehîn a fonê ye. Atlas Post Production, Balyozxaneya DYAyê, Balyozxaneya Fransayê û Alarga Film jî piştgiriyê didin fonê. (EKN/FD)
Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne