Festîvala Zarokan a Amedê dest pê kir
![Festîvala Zarokan a Amedê dest pê kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/197/569/original/amede1.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî festîvala a şanoyê, Şanoya Bajêr a Amedê niha jî ji bo zarokan dest bi kar û xebatê kiriye. Şanoya Bajêr a Amedê cara yekê ye ku li bajêr festîvala zarokan li dar dixe. Festîvalê duh (27ê Gulanê) dest pê kir û wê heta 3yê Hezîranê berdewam bike ku slogana wê “Dora min li te” ye. Di çarçoveya festîvalê de li gel şanoyan, wê atolyeyên fotograf, drama, mîm, kûkele û yên din ên hunerî çêbibin.
Di çarçoveya festîvalê de Ruknettîn Gun, Rezan Kaya û Serdar Ûgûrlû wê atolyeya dramayê, Kîbar Suvarî atolyeya fotografan, Derya Saglam atolyeya mîmê û Mehtap Alîşan jî wê atolyeya kûkele û hunerê çêbike.
Li gel Şanoya Bajêr a Amedê wê di festîvalê de Sahneya Ciwanan a Assitej û Tiyatro Bereze jî lîstikên xwe ji bi zarokan nîşan bidin.
Dîsa Tulîn Saglam wê gotûbêja bi navê “Ji bo zarokan şano şert?” û konsera Orkestraya Zarokan a Ma Musicê jî di nava bernameya festîvalê de cî digirin.
(BD/PT/FD)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin
![Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/244/022/original/bircanmanset.jpg)
Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine
![Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/232/346/original/amid.jpg)
Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî
![Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/451/original/nujin.jpg)
Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye
![Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/354/original/bircan.jpg)
BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
![Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/201/182/original/moliere.jpg)