Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê, serlêdana Komîteya Amadekar a Newrozê qebûl kir. Li Amedê Newroz wê 21ê Adarê roja çarşemê di navbera saetên 11.00 û 15.00ê bi slogana “Newroz berxwedan e, li hemberî faşîzmê bihara gelan e” bê pîrozkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê polîsan biryara Walîtiyê radestî Mehmet Şerîf Camci Hevserokê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
Li Stenbolê jî Walîtiyê destûr daye
Hat ragihandin ku Walîtiya Stenbolê ji bo pîrozbahiyan destûr daye. Li gorî vê rewşê, Newroz li Stenbolê wê 21ê Adarê roja Çarşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê saet di navbera 13.00 û 17.00ê de bê pîrozkirin.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Sezaî Temellî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) we beşdarî Newrozê bibin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 17 saziyan bangewazî ji bo beşdariya li Newrozê kirin.
Newroz wê îsal li 40 navendan bê pîrozkirin. Pîrozbahî 17ê Adarê li Farqînê dest pê kir û 21ê Adarê li Amed û Stenbolê wê bi dawî bibin. Walîtiya Stenbolê derbarê sêrlêdanên pîrozbahiyê de heta niha ti bersiv nedaye.
Li hin bajarên din jî serlêdan hatine qebûlkirin
Walîtiya Edeneyê, Mêrsîn û Tekîrdagê û qeymeqamiya navçeya Cizîrê ya Şirnexê û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo pîrozbahiyan bersiva erênî daye.
Li Edeneyê Newroz, 21ê Adarê li Şanoya Mîmar Sînarê saet di navbera 10.00 û 18.00ê bi beşdariya Ayhan Bîlgen Berdevkê HDPyê û Serpîl Kemalbay Endama Meclîsa Partiyê ya HDPyê bê pîrozkirin.
Komîteya Amadekar a Newroz li Mêrsînê aşkere kir ku pîrozbahiyên Newrozê wê 21ê Adarê li Qata Mitîngê ya Tirmilê çêbibe.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Newroz 21ê Adarê li Banê Xanê saet di navbera 11.00 û 15.00ê de bê pîrozkirin.
Li navçeya Ergene ya Tekîrdagê ji bo 18ê Adarê destûr hatibû xwestin lê Qeymeqamiya Ergeneyê ev daxwaz ne pejirandibû. Rêxistina Tekîrdagê ya HDPyê careke din ji bo 21ê Adarê serî lê da û Qaymeqamiyê ji bo saet di navbera 10.00 û 16.00ê li qada ku li hemberî benzinxaneya Shellê ye destûra pîrozbahiyê daye.
Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê li Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DİSK) civîneke çapemeniyê çêkirin û bang kirin ku 21ê Adarê roja çarşemê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Meydana Kolejê bikin.
Li Îzmîrê jî Newroz wê 21ê Adarê li Qada Gundogdûyê were pîrozkirin.
Pîrozbahî dest pê kirine
Pîrozbahiyên Newrozê 17ê Adarê li navçeya Siwêrekê ya Rihayê dest pê kir. Li ser navê HDPyê parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr beşdarî li bernameyê kir.
Li Antalyayê jî 18ê Adarê bi beşdariya Hevserokê HDPyê Sezaî Temelliyî Newroz hat pîrozkirin.
Programa Newrozê
Bajarên ku wê Newroz lê bê pîrozkirin ev in:
17ê Adarê: Farqîn, Qoser, Konya, Sêrt, Kocaelî, Antalya, Çewlik, Ardahan.
18ê Adarê: Êlih, Mêrdîn, Pirsûs, Dîlok, Bûrsa, Dêrsim, Bedlîs, Mereş.
19ê Adarê: Mûş, Colemêrg, Îdir, Adiyaman, Agirî, Erxanî.
20ê Adarê: Malatya, Bazid, Manîsa, Qereqoçan, Qers, Hatay/Îskenderûn, Enqere.
21ê Adarê: Amed, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Nisêbîn, Cizîr, Gever. (AS/FD)