Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
16emîn Festîvala Filman a Jinan a Filmmorê ya Gerok 10ê Adarê li Stenbolê dest pê dike. Festîval heta 10ê Gulanê wê li Trabzon, Îzmîr, Antalya, Bodrûm, Mêrsîn, Edene û Amedê filman pêşkêşî jinan bike.
Bihara Festîvalan piştî Filmmorê wê bi Festîvala Ûçan Supurgeyê berdewam bike.
Komeleyên jinan ji bo festîvalê hevalbendiyê dikin
Kooperatîfa Jinan Filmmor, Komeleya Piştevaniya Jinan li Îzmîrê, Komeleya Piştevaniya Jinan li Bodrûmê, Komeleya Piştevaniya Jinan li Antalyayê, Komeleya Piştevaniya Jinan li Karadenîzê, Înîsiyatîfa Jinan a Serbixwe li Îzmîrê, Komeleya Kolektîfa Keda Jinan, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Platforma Jinan li Edeneyê bi hev re Festîvalê birêxistin dikin. Festîval wê 2 mehan li 8 bajaran hemû bernameyê belaş bide temaşekirin.
Zanyariyên pêşiyê yên ji bernameya Festîvalê
Di çarçoveya bernameya festîvalê de wê Sînemaya Jinan, bijarteya Cîran Mihtacî Filmê Cîranan e, Jin Hene, Laşê me Aîdî me ye: Destdirêjiya Zayendî, Za-yend, Nîşandana Gelemperî: Fiona Tan û ji bo zarokan di seansên taybet de wê film bên nîşandan.
Di çarçoveya bernameyan de herweha derbarê sînemaya jinan û feminîst de wê atolye çêbibin.
Program û detayên festîvalê wê 27ê Sibatê bi civîneke çapemeniyê were aşkerekirin.
Festîval wê li van bajaran bigere:
* Stenbol, 10-17ê Adarê
* Antalya, 23-25ê Adarê
* Îzmîr, 30ê Adar-1ê Nîsanê
* Trabzon, 6-8ê Nîsan
* Bodrûm, 13-15ê Nîsanê
* Mêrsîn, 20-22ê Nîsanê
* Edene, 27-29ê Nîsanê
* Amed, 4-6ê Gulanê. (ÇT/FD)